
Rewşa girtiya nexweş Gulbahar Kiskaç krîtîk e
- 09:02 31 Tîrmeh 2025
- Rojane
STENBOL - Li girtîgehan binpêkirina mafan didome. Parêzera girtiya nexweş Gulbahar Kiskaç, Zozan Vargun da zanîn ku bangên li Wezareta Dadê dikin bê bersiv dimînin û got rewşa Gulbahar Kiskaç pir krîtîk e.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Girtiya nexweş Gulbahar Kiskaç li Girtîgeha Înfaza Ceza a Tîpa L ya Hejmar Yek a Sakaryayê dimîne û 60 salî ye. Nexweşiyên wê yên kronîk ên giran hene û şert û mercên girtîgehê, tundiya fîzîkî û psîkolojîk bandorek neyînî li ser tenduristiya wê dike.
‘Her tim neyînî bi encam bû’
Parêzer Zozan Vargun got li ser serlêdana malbata girtiya Roman Gulbahar Kiskaç dosya şopandiye û wiha got: “Gulbahar Kiskaç Roman e û salek û nîv e girtiye. Malbatê serlêdan kir. Gulbahar Kiskaç ji ber pirsgirêkên kronîk her tim behsa întîxarê dike û nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Malbatê ji me daxwaza piştgiriyê kir.”
‘Serlêdan bê encam dimînin’
Zozan Vargun daxuyakirin ku Gulbahar Kiskaç daxwaza piştgiriyê kiriye û bi vê re Komeleya Romanî Dogî û komeleyên rêxistinên maf re ketine têkiliyê. Zozan Oymak wiha vegot: “Me li ser vê ew ziyaret kir. Me xwest sewqê girtîgehên Bakirkoy, Silîvrî an jî Gebzeyê bên kirin. Lê bersivên neyînî dan. Rewşa Gulbahar Kiskaç krîtîk e. Me serlêdan kirin. Daxwaza me ev e ku rewşa wê li ber çavan bê girtin.”