DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî

  • 15:22 30 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
ENQERE - DEM Partiyê bi munasebeta salvegera qetlîama li dijî malbata Dedeogullari de kesên jiyana xwe ji dest dabûn, bibîr anî û diyar kir ku heta kesên ev qetlîam daye kirin bên darizandin em ê têbikoşin.  
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di salvegera 4’emîn a kuştina 7 endamên malbata Dedeogullari ya di 30’ê Tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê, li ser platforma medyaya dîjîtal Xê daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di salvegera 4’emîn a qetilkirina nîjadperestî ya 7 endamên malbata Dedeogullari de em Yaşar Dedeogullari, Îpek Dedeogullari, Serap Dedeogullari, Serpîl Dedeogullari, Sîbel Dedeogullari, Metîn Dedeogullari, Bariş Dedeogullari yên ku jiyana xwe ji dest dabûn bi rêzdarî bibîr tînin. Heta kiryar û kesên êrişên wiha nîjadperest didin kirin, bên darizandin û civakek demokratîk bê avakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”