Dayikên beşdarî civînên gel, dibin: Werin em li dora aştiyê bibin yek

  • 09:04 29 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Memîhan Zeydan
 
WAN - Dayikên Aştiyê di civînên gel ên li Elbakê de axivîn û gotin, "Divê êdî tu dayik negirî, werin em li dora aştiyê bibin yek."
 
Pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" di 27'ê Sibatê de dest pê kir, bi pêşketinên nû berdewam dike. Piştî vê banga dîrokî, rêze gavên dîrokî hatine avêtin, ku bandorên wan bandorê li tevahiya civakê dikin. Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, PKK'ê di 1'ê Adarê de bi daxuyaniyekê û ragihandina agirbestê gava yekem avêt. Piştre bi Kongreya xwe ya 12'emîn, ku ji 5 heta 7'ê Gulanê pêk hat, xwe fesih kir û di 12'ê Gulanê de fesihbûna xwe ji raya giştî re ragihand. Geşedana herî girîng ku pêvajoyê pêş xist, parvekirina vîdyoyek Abdullah Ocalan bû ku cara yekem di 9'ê Tîrmehê de ji Zindana Girava Îmraliyê, ku ew 26 sal in lê tê girtin, hate kirin. Du roj piştî parvekirina vîdyoyê, gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, bi serokatiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, li herêma Şikefta Casenê ya Silêmaniyê, merasîma çekşewitandinê hat lidarxistin. Di heyama ku ji merasîma şewitandina çekan derbas bûye de, hewldanên ji bo avakirina aştî û civatek demokratîk berdewam kirine.
 
50 civîn hatine lidarxistin
 
Piştî van pêşketinan, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya "Civînên Civaka Demokratîk" de civînên giştî li dar dixe. Ev civînên giştî li bajar û taxên li seranserê Tirkiye û Kurdistanê berdewam dikin.
 
Ji 100 civînên giştî yên ku bi pêşengiya DEM Partiyê li Wanê hatibûn plankirin, 50 jê hatine lidarxistin. Yek ji 50 civînan li navçeya Elbak  ya Wanê hat lidarxistin. Civîna giştî bi beşdariyeke mezin pêk hat, jin di pêş de bûn. Guhdarîkirina bi baldarî ya jinan rola wan wekî aktorên herî girîng di pêvajoyê de nîşan dide. Di heman demê de Dayikên Aştiyê, ku di pêş de bûn, daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin.
 
Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî civîna giştî bûn pêvajo nirxandin.
 
'Bila yekîtî hebe'
 
Dayika Aştiyê Hanîfe Bilmez tekez li ser pêwîstiya bidawîanîna mirinan kir û got, "Ez dixwazim ku aştî di zûtirîn dem de pêk were. Divê dewlet jî tedbîran bigire. Em dixwazin girtiyên di girtîgehê de werin berdan û yên li sirgûnê vegerin. Bila yekîtî hebe, ne mirin û girtin."
 
'Werin em li dora aştiyê bibin yek'
 
Dayika Aştiyê Sînem Yildiz, bal kişand ser girîngiya demokrasî û aştiyê û diyar kir ku merasîma şewitandina çekan bandor li wê kiriye û got, "Bila gerîla vegerin, bila êdî xwîn nerije. Bila têkiliyên xwişk û biratiyê di navbera her du neteweyan de werin avakirin. Bila zindan werin vekirin. Bila dayik êdî negirîn, bila her kes destên xwe deyne ser wijdanê xwe û li dora aştiyê bibin yek."
 
'Em azadiya rêberê xwe dixwazin'
 
Dayika Aştiyê Feleknaz Yildiz tekez kir ku ew azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û yekîtîyê dixwaze. Feleknaz Yildiz got, "Bila girtîgeh vebin. Bila ne dayikên Kurd û ne jî dayikên leşkeran negirîn. Werin em wekî gelê Kurd û Tirk destên xwe bidin hev. Em êdî xwînrijandinê naxwazin. Dema min dît ku çek tên şewitandin, ez kêfxweş bûm ku êdî xwînrijandin çênabe. Em aştiyê dixwazin. Em azadiya rêberê xwe dixwazin."