Ayşe Panûş tehliye bû

  • 15:56 29 Tîrmeh 2025
  • Hiqûq
 
STENBOL - Girtiya HDK'yî Ayşe Panûş di rûniştina yekem de serbest hat berdan.
 
Li Ayşe Panûs a HDK'yî bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Rûniştina ewil a dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê hat dîtin. Girtiya HDK'yî Ayşe Panûş di rûniştina yekem de serbest hat berdan.
 
Endama Sendîkaya Perwerdehiyê Ayşe Panûş ku 6 meh in li Girtîgeha Girtî ya Bakirkoyê tê girtin, li ber deriyê girtîgehê ji aliyê hevalên xwe yên çalakger ve bi çepik û dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.