
Kongra Star derbarê êrişan de bang kir
- 10:44 9 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star êriş û tundiya li dijî pêkhateyên Sûriyeyê şermazar kir. Kongreya Star bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rastiyê der bare şewatan û binpêkirinan, yekser komîteyên lêpirsînê yên serbixwe bişînin herêmê.
Kongra Star der barê şewatên li herêmên peravê yê Sûriyeyê û binpêkirinên li dijî gelên Sûriyeyê tên kirin daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
"Em bi fikar û mereq êrişên li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, şewatên bi zanabûn li daristanên beravê hatine vêxistin dişopînin.
Ev şewatên domdar li dijî herêmên elewiyan, beşeke siyasetên qirkirinê û koçberkirinê ne. Armanca wan a yekemîn parçekirin û jihevxistina binesaziya civakî ye. Şerê navxweyî û parçekirinê zêde bike. Mîna van kiryaran li dijî hêviyên gelê Sûriyeyê, projeya demokratîk a pirreng têk dibe ku em ji bo wê têdikoşin.
Em di wê baweriyê de ne ku ev kiryar sûcekî komî ye û li dijî aştiya navxweyî ye. Tovên dijminane û netewperestiyê diçîne. Ev sûc in ku divê hêzên siyasî û hiqûqî yên çalak helwestên diyar û zelal nîşan bidin.
Hikumeta veguhêz a Şamê berpirsa rasterast a parastina giyanan û milkên welatiyan e. Em jê dixwazin ku têkildarî van bûyeran, daxuyaniyeke diyar bide. Lêpirsîneke aşkera û durist dest pê bike. Hesabê ji kesên ku destê wan di van bûyeran de hene çi alîgirên rejîmê yan jî komên çekdar bixwaze. Ji ber ku veşartina van kiryaran, rê li pêşiya domandina siyasetên dijminane vedike.
Em bi tundî êrişên ku bi rê û rêbazên cuda çi bi rêya gefxwarinê, tundiyê, bikaranîna şaş a qanûnên avahîsaziyan, li dijî gundên li rojhilatê Hemayê û koçberkirina bi hezaran pêkhateya elewî şermezar dikin.
Her wiha em girtinên bê ser û ber û binpêkirinên ewlehiyê yên bê bingeh ên li dijî ciwanên Kurd, nasname û hebû Kurdan şermezar dikin.
Siyasetên avahîsaziyê yên zalim ku bi rêya wê mafên malbatan di milkên wan de binpê dibin, beşeke ji wan êrişan e. Armanca wan koçberkirina şêniyên resen e. Ev siyaset û kiryar, qirkirina etnîkî tîna bîra mirov û li dijî projeya avakirina Sûriyeyê li ser bingeha edaletê û hemwelatiyê ne.
Em revandin û kuştina çalakvanan û welatiyên sûriyeyî şermezar dikin. Heta niha tu pêşketineke rastîn di lêpirsînan de çênebûye yan jî ji kesên destê wan di van bûyeran de hene nehatiye xwest. Nemaze ku xîtabê nefertê zêde bûye
Li ser bingeha berpirsiyariya me ya siyasî û exlaqî wekî tevgereke jinan a şoreşger ku dixwaze civakek azad li ser bingeha nirxên mirovî û rizgariya giştî ava bike, em piştrast dikin ku parastina rûmet û mafên mirovan ên li ser erd û milkê wan, û misogerkirina ewlehiya wan, pêdivîyek bingehîn e ji bo misogerkirina her veguherînek demokratîk a rastîn li Sûriyeyê.
Em bang li civaka navneteweyî, NY û rêxistinên mafên microvan dikin ku piştgiriyê ji mexdûrên şewatên li beravê re pêşkêş bikin. Ji bo ku rastiyê der bare şewatan û binpêkirinên avahîsaziyê û koçberkirinê de nas bikin, yekser komîteyên lêpirsînê yên serbixwe bişînin herêmê û ji bo ku ev siyasetên li dijî civaka Sûriyeyê yên li ser bingeha nasnameyê rû didin, rawestînin.
Em careke din dibêjin em bi kesên mal, milk û ewlehiya xwe ji dest dane re ne. Em piştrast dikin ku edalet parçe nabe. Xeta aştiyê bê rawestandina wan êrişan û însafkirina mexdûran û hesabpirsîneke rastîn, temam nabe."