Ji Şaredariya Peyasê Kursên Havînê!

  • 10:12 8 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Peyasê, bi rêya Gerînendetiya Çand û Karên Civakî, ji bo xwendekarên Akademiya Zanînê, Mala Zanînê ya Alî Emîrî û Mala Zanînê ya Firat 1’ê, qeydên kursên havînê yên nû dest pê kirin. 
 
Akademiya Zanînê ji bo asta destpêkê kursên perwerdeya zimanê Kurdî jî pêşkêş dike. Ev kursên bêpere bi taybetî ji bo xwendekarên dezavantaj û amadekirina serdema nû hatine amadekirin. Akademiya Zanînê kursên amadekariyê yên LGS û YKS’ê ji xwendekaran re vekiriye ku tê de bernameyeke havînê ya taybet a bilez, dubarekirina mijaran, teknîkên çareserkirina pirsan, ezmûnên lezgîn, rêberiya yek bi yek û piştgiriya motîvasyonê têne dayîn. 
 
Kursa Zimanê Kurdî
 
Akademiya Zanînê girîngiya parastina çandî destnîşan dike û ji bo xwendekaran perwerdehiya zimanê Kurdî ya asta destpêkê ya bêpere pêşkêş dike. Ev kurs ji bo kesên ku dixwazin zimanê Kurdî hîn bibin an jî zanîna xwe ya zimanê Kurdî pêş bixin derfeteke bêhempa ye.
 
Kursên Nû li Malên Perwerdehiyê
 
Li Mala Zanînê ya Alî Emîrî û Mala Zanînê ya Firat 1’ê, kursên nû ji bo xwendekaran dest pê dikin. Ji bo xwendekarên dibistana navîn ên pola 5, 6 û 7’an li van her du navendan piştgiriya perwerdehiyê tê dayîn. Her wiha, ji bo xwendekarên pola 8’an kursên amadekariyê yên LGS’ê jî têne pêşkêşkirin.
 
Qeyd dest pê kirin, kota sînordar e!
 
Vê havînê ne tenê betlane, bila serkeftin jî bi we re be! Ji bo siberoja xwe bingehek avabikin! Di daxuyaniya rayedarên Şaredariya Peyasê de wiha hate gotin: “Em li bendê ne ku her kesên dixwazin havîna xwe bi berhemdarî derbas bikin, li Akademî û Malên Zanînê yên Şaredariya Peyasê ji bo pêşeroja xwe gaveke girîng bavêjin.”
 
Dirûşma Kurteya bernameyan: Vê Havînê Bide Siberoja Xwe! 
 
•Kursên LGS û YKS’ê: Bernameya taybet ji bo mezûn û xwendekarên pola 12’an (bêpere) 
•Dubarekirina mijaran 
•Teknîkên bersivandina pirsan 
•Ezmûnên ceribandinê 
•Piştgiriya motîvasyon û rêberiyê ya yek bi yek
•Kursa Zimanê Kurdî: Perwerdehiya asta destpêkê ji bo mezinan (bêpere) 
•Kontenjan: Sînordar e 
•Dîroka Destpêkirinê: 14’ê Tîrmehê 
•Cih: Akademiya Zanînê (Hemberî Lûna Parkê, Keleka Bîzîm Marketê)
 
Ji bo agahiyên zêde û qeydkirinê, serî li Akademiya Zanînê bidin!”