
ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 27 Hezîran 2025
- Rojev
* Aktîvîsta TJA’yê Felek Erden der barê pêvajoyê de nirxandin kir û wiha got: “Tevgera Jinên Kurd ji bo aştî pêk bê çi ji destê wê tê dike.” DÎMEN HEYE
* Bajarekî ku hate şewitandin û wêrankirin lê nehat jibîrkirin… Çîroka bêdeng lê kûr a bajarekî şewitî ku ji xweliyê radibe. Bajarokê Şêxanê ku bi salan bêdeng ma, îro li ser şopa bîranînan dîsa bêhnê digire. BI DÎMEN
* Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Sevda Çelîk Ozbîngol, balkişand ser konferansê û got di esasa avakirina civaka aştî û demokratîk de, jinan rol û peywir ji xwe re esas girtine. BI DÎMEN
* Di 29-30’ê Hezîranê de li Gimgimê ‘Mîhrîcana Jin, Xweza û Çandê’ wê pêk bê. Jinan ji bo tevlibûna mîhrîcanê bang kirin û diyar kirin ku mîhrîcan bi armanca têkoşîna li dijî qirkirina jin û xwezayê, bi armanca avakirina civaka demorkatîk tê lidarxistin. DÎMEN HEYE
* Endama Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, ji bo konferansa ‘di pêvajoya pevçûn û çareseriyê de zarok’ ya ku wê li Çand Amedê pêk bê de axivî û wiha got: “Em bang li hemû sazî û dezgeyan dikin. Em serdanên saziyan dikin. Di serdanan de em aştî, şer û zarokan diaxivin. Ji ber vê em her kesî vedixwînin konferansê.” DÎMEN HEYE