Rojnamevan Derya Ren beraet kir

  • 12:42 24 Hezîran 2025
  • Hiqûq
 
DÎLOK - Di danişîna doza Rojnamevan Deryar Ren de bi îdaya "heqaret kiriye" lê hatibû vekirin de bi hinceta ku hêmanên qanûnî yên sûcê wê nehatine bicîhanîn, beraet kir. 
 
Rûniştina duyemîn a doza li nûçegihana JINNEWSê Derya Ren,ku di 7ê Çile de ji bo şopandina nûçeyan çû navçeya Belqis a Dîlokê û  ji hêla polîsan ve bi hinceta "gumana maqûl" hatibû binçavkirin, hate lidarxistin.
 
Parêzerên Derya Ren di rûniştina li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 5'emîn a Nizipê de amade bûn. Nûnerên Komeleya Rojnamevanên Dicle Firat (DFG) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî rûniştin şopandin.
 
Rûniştin bi kontrolkirina nasnameyê dest pê kir û dozgeriyê nerîna xwe ya li ser bingeha rûniştina berê dubare kir, daxwaz kir ku Derya Ren ji ber "heqaretkirina eşkere ya karmendekî giştî" bê cezakirin.
 
Parêzerên Derya Ren parastina xwe ya amadekirî bi nivîskî pêşkêşî dadgehê kirin. Piştre heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku Derya Ren bi hinceta ku hêmanên qanûnî yên sûcê "heqaretkirina bi eşkereyî ya karmendekî giştî" ku ew pê tê tawanbarkirin nehatine bicîhanîn û biryara beraeta  Derya Ren da.