Dayika Rozerîn Çukur: Bila aştî pêk bê

  • 09:04 23 Hezîran 2025
  • Rojane
 
AMED - Dayika Rozerîn Çukur, Fahriye Çukur ku tevli konferansa  'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' ku ji aliyê ÎHD'ê ve hat lidarxistin bû, diyar kir ku ew dixwaze hemû gelan hembêz bikin û got: “Dema min cenazeya keça xwe girt û defin kir min aştî xwest.”
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dayikên leşker, polîs, xizmên windayan, malbatên kesên di qedexeyên deretina derve de jiyana xwe ji dest dan, malbatên PKK’î û kesên di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan di konferansa 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' de anîn gel hev. Hevdîtina li oteleke li li Yenîşehîr a Amedê pêk hat de, malbatan, rêxistinên civaka sivîl der barê mijarê de nîqaş meşandin.
 
Yek ji kesên ku tevli komxebatê bû dayika Rozerîn Çukur ya 16 salî ya li Amedê di qedexeyên derketina derve ya kolanan ya navbera 2015-2016’an de ji aliyê segvanan ve hat qetilkirin, Fahriye Çukur bû.Fahriye Çukur da zanîn ku wê her tim di aştiyê de israr kiriye.
 
‘Li hember malbatên leşkeran tu kîna min tuneye’
 
Fahriye Çukur da zanîn ku bi salanin li bendê pêvajoyeke wisa ya aştiyê ne û got pêvajoya aştiyê de hewce bi rûhevhatinê heye û wiha domand: “Tu kîna min li dijî malbatên leşkeran tuneye. Ez aştiyê dixwazim. Yên em qetilkirin ne şexsin, yên em qetilkirin em baş dizanin. Zaroka min bê çek bû, keça min xwendekar bû. Destê wê de pênûs, lênûsk, li pişta wê jî çeteyên dibistanê hebû.”
 
‘Ev 10 sale ez banga aştiyê li wan dikim’
 
Fahriye Çukur balkişand ser tiştên ku pêvajoya rêveberiyên xweser yên li Sûrê hatine jiyîn û keça wê çawa hatiye qetilkirin vegot. Fahriye Çukur anî ziman ku formayê dibistanê li keça wê bûye û wiha dirêjî dayê: “Keça min 16 salî bû. Xwendekara pola dawî ya lîseyê bû. Gelo zarokek 16 salî dikare çi bike? Keça min pevçûnê de nehat qetilkirin. Keça min ji aliyê segvanan ve hat qetilkirin. Tevî vê em dixwazin hemûyan hembêz bikin. Em aştiyê dixwazin. 10 sale em banga aştiyê dikin. Werim bibin yek. Em peywira dikeve ser milê xwe bînin cih.”
 
‘Dema min keça xwe defin kir min daxwaza aştiyê kir’
 
Fahriye Çukur wiha dawî lê anî: “10 sale em aştiyê diwazin. Bila girtî bên berdan. Em li pêşeroja xw binêrin. Yên çûn ji xwe çûn. Dema min cenazeya keça xwe girt û defin kir min got aştî. Ez îro jî heman tiştî dibêjim. Ez ê her tim bêjim. Kîna me tuneye. Bawerim hemû malbat wisa difikirin. Em dixwazin gelê xwe hembêz bikin.”