'Dê jin ji vê modela jiyanê sûdê werbigirin'

  • 10:13 21 Hezîran 2025
  • Rojane
 
 
AMED -Di Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd  de, bal kişandin ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Wekî jinên Kurd, em ji vê bangê pir bi bandor bûn. Em ê jin ji vê modela jiyanê sûd werbigirin."
 
3'yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO)  dest pê kir. Li salona konferansê bi zaravayên Kurdî; sorani, kirmanckî, kurmanci flamayên "Jin, jiyan, azadî" ku hatibûn nivîsandin hatin daliqandin.
 
Armanca platformê
 
Devrim Demir, ku li ser navê platformê axaftina vekirinê kir, diyar kir ku ew kêfxweş e ku 3'yemîn Konferansa Jinên Kurd li dar dixe. Devrim Demir, anî ziman ku Kurdistan bi Peymana Lozanê bûye 4 parçe û li her 4 parçeyan li ser Kurdan polîtîkayeke tunekirin û asîmîlasyonê hatiye meşandin û got ku gelê Kurd li dijî vê yekê li ber xwe daye. Devrim Demir diyar kir ku ji bo ev têkoşîn û rêxistin hîn xurttir bibe platformek pêwîst e û ji ber vê yekê wan platform  kiriye.
 
Di dawiyê de, Devrim Demir navên jinên ku pêşengiya têkoşîna Kurd kirine rêz kir, destnîşan kir ku têkoşîn bi saya wan gihîştiye vê qonaxê û got, "Divê em nasnameya jinên Kurd misoger bikin."
 
Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê  de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, vîdyoyek li ser têkoşîna jinên Kurd hate nîşandan.
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Neteweyî jî peyamek ji konferansê re şand.
 
Peyama Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Neteweyî wiha ye: "Hevalên hêja, xwûşkên ezîz. 
 
Di serî de, em Konferansa Yekîtiya Jinên Bakûrê Kûrdîstan silav dikî û serkeftinê dixwaz dikin. Bigiştî ji delegasyone re rêz û silavê xwe peşkeş dikin. 
 
Em di pêvajoyek ku pergala cîhanê tê dizaynkirin de dijîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, dîzaynkirina sîstema cîhanê bi avabûna dewletên netewe li Rojhilata Navîn û parçebûna Kurdistanê bû. Piştî sedsalekê, em ketin pêvajoyek dîzaynkirinê ku di encamê de dewletên netewe hatin hilweşandin. Ya ku ev guhertin pêk anî, têkoşîna azadiyê bû ku gelê me yê sed salî di bin dagirkerî û qirkirinê de bû, li her çar parçeyan bi êşên mezin li ber xwe da. Bi dilsoziya gelê Kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna xwe ya bê westan pergala qirker û dagirker îflas kiriye.
 
 
Derfetên mezin ên azadiyê hene
 
 Lê belê di vê pêvajoya dîrokî de hem xeterî û hem jî derfetên mezin ên azadiyê hene. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî wek gelek netewên din soza dewletbûnê ji gelê kurd re hat dayîn û nexşe hatin xêzkirin, lê serokên gelê kurd tenê bi herêmên xwe ve sînordar man, bi yekîtî tevnegeriyan û encam bi peymana Lozanê bû çar parçe û welat înkar kirin. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêvajo di berjewendiya gelê me de bi serkeftî bi dawî bibe, yekane tişta pêwîst ew e ku yekîtiya neteweyî pêk were. Ger nebe gelê me tu îradeya siyasî efû nake.
 
Ji bo me jinên Kurd yekîtiya netewî tê wateya azadî û rûmetê. Kurdistan di bin dagirkeriyê de tê wateya ku bedena jinê di bin dagirkeriyê de ye.
 
Ji bo jinên kurd yekitiya neteweyî azadî û rûmet e
 
 Jinên Kurd ev sed sal in di bin kolonyalîzma hovane de dijîn, destavêtin, komkujî û revandin. Kolonyalîzm pirsgirêka jinê ye û ji bo azadiya jinê şertê yekemîn rizgarbûna ji dagirkeriyê ye. Parçebûna neteweyî bingehê domandina dagirkeriyê dide û ji bo vê jî perçebûna neteweyî ji bo jinên Kurd jiyaneke bê rumete. Yekane rêya jiholêrakirina sedemên şîdet û koletiya li ser jinan li Kurdistanê yekîtî û çalakiya hevpar a di nava yekîtiya neteweyî de ye. 
 
Jinên kurd xwedî hêza avakirina welatekî yekpare ne
 
Di vê wateyê de yekîtiya neteweyî ji bo me jinên Kurd azadî û têkoşîna azadiyê ye.
 
 Em hevîdarin ku li her qadê yekîtî bê sazkirin; Siyasi, çandî, hunerî, şaredarî, perwerde -û -Hiquqî yekitî divê bê avakirin. Jinên Kûrd xwedî hêza avakirina welatekî yekpare ne. Bi vê heviyê em konferansa we pîroz dikin, hêz da me. Serkeftin û biryarên we ji nihave pîroz bin. "