
Rojnameger Rahîme Karvar tahliye bû
- 13:47 12 Hezîran 2025
- Hiqûq
STENBOL - Rojnameger Rahîme Karvar a ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin di danişîna doza xwe ya ewil de tahiliye bû.
Rojnameger Rahîme Karvar bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ku ji 17ê Çile ve girtî ye, danişîna ewil a dozê li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Karvar û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Gelek rojnamevan û nûnerên rêxistinên rojnamegeriyê jî danişîn şopandin.
Ewilî Rahîme Karvar parastina xwe kir û parastina pîşeya rojnamegeriyê kir. Rahîme Karvar di dawiya parastina xwe de xwest were berdan..
Parêzeran jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin biryara berdanê bê dayîn.
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi şertê kontrola edlî biryara tahliyekirina Rahîme Karvar da. Dadgehê danişînek din a dozê taloqî 17ê Tîrmehê kir.