
Ji bo jinan perwerdeya Sêwirandina Modayê dest pê dike
- 09:31 10 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê, ji bo jinan perwerdeyên dîzaynkirina modayê ya belaş dest pê dike. Tê payîn ku perwerde ji bo jin di pîşesaziya modayê de cih bigirin, behreyên xwe pêş bixin û tevkariyeke girîng li jiyanê bixin.
Bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê, ji bo jinan perwerdeyên dîzaynkirina modayê ya belaş dest pê dike. Civîna danasîna perwerdeyê ku wê bi giştî 410 saetan dewam bike, li Navenda Piştgiriyê a Jinan ya di bin Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de xebatên xwe dimeşînin pêk hat.
Di civînê de li ser naveroka perwerdeyê agahiyên berfireh hatin dayîn, bendewarî û daxwazên jinên beşdar jî hatin wergirtin. Rayedaran diyar kirin ku ev perwerde ji bo keda jinan bê dîtin û ji bo pêşketina wan a pîşeyî bê destek kirin, hatiye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em bi vî karî re hevgirtinê xûrt dikin.”
Tê payîn ku perwerde ji bo jin di pîşesaziya modayê de cih bigirin, behreyên xwe pêş bixin û tevkariyeke girîng li jiyanê bixin.