
Dayikan ji bo ‘çareseriyek demokratîk’ bang li dewletê kirin
- 09:06 1 Hezîran 2025
- Rojane
Şehriban Aslan-Rojda Aydin
AMED – Dayikên ku ji bo “çareseriyek demokratîk” tevlî meşa aştiyê ya ku duh li Amedê pêk hat bûn, bang li dewletê kirin ku destên xwe dirêjî aştiyê bikin.
Bi pêşengiya Tevgeza Jinên Azad (TJA) duh bi hezaran jin bi dirûşma ‘Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin’ li Amedê meşiyan. Di dema meşê de kolanên Sûrê tim bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî aştiya civakî”, “Jin civakê azad dikin”, “Em ji bo hevgirtinê li vir in” û “Berxwedan jiyan e” ku hatin berzkirin olan da. Jinan careke din peyama civakek demokratik û aştiyane dan.
Jinên ku beşdarî meşê bûn ji ajansa me re axivîn.
‘Destê xwe dirêjî aştiyê bikin’
Reyhan Akdag ku Ji Wanê hat, bi lêv kir ku çawa Abdullah Ocalan dest dirêjî aştiyê kiriye divê dewlet jî vî destî bigire û wiha got: “Bila jê netirse, destê Serok destê aştiyê ye. Dê xweşî û aştî bê Tirkiye û Kurdistanê. Dema aştî bê em ê aram bin. Bila deriyê zindanan êdî vekin. Wekhevî xweş e, bila zimanê me qedexe nekin. Dinya fireh e têra hemû kesan heye. Bila êdî tirk û kurd neyên kuştin. Daxwaza me aştî ye. Êrîşên ku tên kirin hîn berdewam dike. Şer ne çareserî ye. Çiyayên me hîn jî tên gûlebarankirin. Çi mafê wan heye vê dikin. Bila van êrîşan bidin sekinandin. Jin dayik e, jin aştiyê dixwaze. Dilê dayikan dişewite.”
‘Bila girtî hemû bên berdan’
Nazîme Goler jî ku ji Wanê tevlî meşê bû, got “bila dewlet me nexapîne” û bi lêv kir ku daxwaza dayikan aştî ye. Nazîme Goler, destnîşan kir ku ew dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin û wiha dom kir: “Bila ev xwîn bisekine. Heta îro gelek zedê xwîn hatiye rijandin. Ev meşa me meşa azadiyê ye. Ji bo aştî û demokrasî pêk bê peywirek giran dikeve ser milên jin û ciwanan. Serokê me heta îro di zindanê de tê girtin. Em dixwazin Serokê me û hemû girtiyên dinê bên berdan. Demildest êdî ev aştî bila pêk bê. Em hemû yek bin. Zimanê me azad be. Tu sûcê me tuneye. Em bi tenê ziman û nasnameya xwe dixwazin.”
‘Wê demê kanî aştî li ku derê ye?’
Kamîle Kazici ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê hatiye daxwaza “çareseriyek demokratîk” kir û bi van gotinan berdewam kir: “Em naxwazin leşker û gêrîla bimirin. Em gelek zêde giriyan. Em naxwazin dayikên dinê jî hêsirên çavan bibarîne. Hemû kes bi çavê dijminatiyê li me dinêre. Divê ev yek bi dawî bibe. Bila Serok ji nava çar dîwaran derbikeve. Em ji bo aştiyê hatine vê derê. Em îro dibînin ku hîn êrîşê Rojava dikin. Wê demê kanî aştî li ku derê ye? Tê wê wateyê ku aştî tuneye. Em bi çavê wekheviyê li wan dinêrin, lê ew bi çavê dijminatiyê li me dinêrin. Êdî dayik zarokên xwe bila winda neke. Ji bo vê jî aştî pêkan e. Divê dewlet jî êdî gavê bavêje. Dewlet çima gav navêje? Înkara gelê Kurd dixwazin. Bahçelî û Erdogan gotin em aştiyê dixwazin, lê hîn gavek şêvber neavêtine. Gelo di nava vê dewletê de dewletek din heye nizanim. Em benda tiştên xweş in, lê em xemgîn bûn. Ji ber ku gavê navêjin.”
Ji bo aştiyê tevlî meşê bû
Leman Anik jî ku ji Dîlokê ji bo daxwaza aştiyê bike tevlî meşê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila zarokên me ji girtîgehan derbixin. Zarokên me serê 40 salan e çûne me dengê wan hîn nebihîstiye. Xwîn hat rijandin, gelek kes hatin kuştin. Em nizanin zarokên me sax in an na. Em naxwazin êdî bigirîn. Em aştiyê dixwazin.”