ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2025'AN

  • 09:00 1 Hezîran 2025
  • Rojev
 
*Aktivîsta TJA’yê Asiye Kolçak da zanîn niha ji bo jinan dîrokeke taybet mijara gotinê ye û got:”Em jinên kurd, di rojên dîrokî re derbas dibin. Li tevahiya Rojhilata Navîn dîrokeke nû, dîrokeke giran, dîrokeke hêja çêdibe. Ji ber vê jî di vê dîrokê de em dixwazin jinên kurd cihê xwe bigirin. Bi rengê xwe, bi zimanê xwe, di aştiyê de em cihê xwe bigirin." DÎMEN HEYE 
 
*Jinên tevli bernameya Cejna Zimanê Kurdî bûn wiha gotin: “Kurdî bê statu nabe. Em di Kurdî de bi israr in. Em polîtîkayên asîmîlasyon û qedexeyê qebûl nakin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji Foruma Aştiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut diyar kir ku ji ber bêdengiya li dijî polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê dijhiqûqî li herderê belav bûye û got divê zimanê aştiyê mayînde bibe û jin aştiyê bihûnin. DÎMEN HEYE
 
*Dêrsîm ku her demsalê bedewiyên cuda pêşkêş dike, îsal jî bi hatina biharê re ji hezaran welatiyî re malovaniyê dike. Dêrsîm bi pergala bawerî, xweza û dîmenên xwe yên bi heybet, eleqeyek mezin dibîne. DÎMEN HEYE
 
* Dayikên ku ji bo “çareseriyek demokratîk” tevlî meşa aştiyê ya ku duh li Amedê pêk hat bûn, bang li dewletê kirin ku destên xwe dirêjî aştiyê bikin.   DÎMEN HEYE