Li dijî ‘Sala malbatê’ altenatîfa ‘malbata demokratîk’

  • 09:03 30 Gulan 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Endama Komeleya Jinan a Star Meryema Arslan der barê ‘sala malbatê’ ya deshtilatdariyê de axivî û got wek alternatîf ‘malbata demokratîk’ pêş xistine. Meryema Arslan wiha got: “Destilatdarî di têgeha malbatê de jinê tenê wek dayîn pênase dike. Lê di feraseta ‘malbata demokratîk’ de jin ne tenê dayik, heman demê de wek şexs tê pênasekirin.
 
Desthilatdariya AKP’ê sala 2025’an wek ‘sala malbatê’ ‘ilan kir. Li gorî daneyên ajansa me ya çar mehên salê  qetilkirina jin û zarokan zêde bûye. AKP ya ku 23 sale banga çêkirina 3 zarokan dike, hewl de jin û bedena jinê bike bin kontrolê. Wezareta tenduristiyê jî di 15’ê Nîsanê de daxuyan ku heta ku hewcedariya tibî pê neyê dîtin divê pêşî li sezeryanê bê girtin û ‘plana çalakiya welidîna normal’ amade kir. Ev jî nîşaneya serdestiya li ser bedena jinê  ye.
 
Li dijî îlankirina ‘sala malbatê’ ya desthilatdariyê rêxistinên jinan alternatîfa ‘malbata demokratîk’ wek model dibînin.
 
Endama Komeleya Jinan a Star Meryema Arslan der barê ‘sala malbatê’ ya deshtilatdariyê de û modela alterantîf ‘malbata demorkatîk’ de axivî.
 
Meryema Arslan got ku Erdogan sala 2025 û 2035’an ‘sala malbatê’ îlan kiriye û got: “Di esasa talîmat û gotinên Tayyîp Erdogan de v sal salên mablatê hatine îlankirin. Di vê pêvajoyê de em wek parêzvanên mafê jinan bi têgeha ‘malbata demokratîk’ cudahiya navbera ferasesta malbatê de dibînin.  Malbata ku dewlet ferz dike, çarçoveya paradîgma îdeolojîk û polîtîkayên nifûsê de teşe dibe. Jin tenê wek dayik tên pênasekirin. Lê jin di ferasta malbata demokratîk de ne tenê dayik di heman demê de wek şexs tê pênasekirin.”
 
‘Bi malbata demokratîk wê keda nav malê  bê dîtin’
 
Meryama Arslan daxuyakirin ku ev cıdahiyên di navbera ‘malbata demokratîk’ û feraseta ‘malbata’ desthilatdariyê bê dîtin û wiha domand: “Jin ne tenê sembola polîtîkayên desthilatdairyê ne. Her kes xwedî mafên wekhevin. Divê welidîn li gorî daxwaza jinê tenduristiya jinê teşe bibe. Bi polîtîkayên malbatê re tundî zêde bûye. Li pişt van polîtîkayan sererastkirinên nû hene. Mixabin serdestiya li ser bedena jinê didome. Bi malbata demokratÎk re wê keda nav malê bê dîtin. Tecrîd û tenduristiya jinê tê piştgûhkirin. Bê navber welidîna normal û sezeryanê tînin hember hev. Li şûna ku jin û doktor biryara vê bidin, bi qanûnan mudaxaleyê vê dikin.”
 
‘Em bang li desthilatdariyê dikin’
 
Meryema Arslan daxuyakirin ku bi rakirina qanûna 6284 wê qada jiyana jinan teng bibe û wiha domand: “Em divê mijarê de wek komele xebatan dimeşînin. Meha gulanê de 3 mirinên biguman yên jinan hatin jiyîn. Ev mirin nav malbatê de, pir caran ji aliyê hevjînan ve tê kirin. Cînayeta li Bazidê çarçoveya ‘sala malbatê’ de pêk hat û hevjînekî kir.  Em bang li desthilatdariyê dikin hûn dikarin vê rastiyê ji nedîtîve bên. Li ser bedena jinan her tim qanûnên nû tên afirandin. Dewlet qetilkirinên jinan li ber çavan nagire. Polîtîkayên xwe bi ferasetek hegemonîk dimeşîne. Jin di malbatan de wek alv tên dîtin.  Desthilatdarî hêz û hegemonyayê dikin yek û van polîtîkayan li ser civakê belav dike.”
 
‘Jinan ji nûve dikin hedef’
 
Meryema Arslan destnîşan kir ku divê cudahiyên navbrea têgehên ‘malbat’ û ‘malbata demokratîk’ ji civakê re bê parvekirin û got: “Polîtîkayên li ser welidînê tên afirandin newekheviya zayendî ji nû ve diaifrîne. Ev şerê desthilatdariyê ye û jinan hedef digire. Jin xwedî hêza ku civakê biguherîneye û desthilatdarî ji vê ditirse. Dixwaze jinan biçewisîne. Lê jin dengê xwe bilind dikin û têkoşîna xwe di asta netewî û navneteweyî de dimeşînin. Nîqaşkirina qanûnan û rexnekirin mafê me e. Em bi kampanyayên xwe sekna xwe ya li dijî van qanûnan bidomînin.”