Rûniştina Îpek Er ya ku berbi întîxarê ve birin sibê ye

  • 09:08 28 Gulan 2025
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Gulan Çagin Kalelî ji bo runiştina Îpek Er ya ku wê sibê bê dîtin bang ki rû got: “Me çawa dosya Sêrtê şopand bi gelek hevpîşe û STO’yan em ê dosyayê jî bişopînin.”
 
Li navçeya Qûbîn a Êlihê Îpek Er ji aliyê Musa Orhan ve li Sêrtê di 1’ê Tîrmeha 2020’an de rastî destdirêjiyê hat û piştre berbi întîxarê ve hat xiriqandin. Îpek Er di 16’ê Tîrmeha 2020’an de întîxar kir û 34 roj şûnde 18’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê ji her derê bertek hatin nîşandan û çalakî pêk hatin.
 
Der barê dozê de geşedanek nû pêk hat û ji hêla Serdozgeriya Elihê ve derbarê Mûsa Orhan de îdianameyek nû hat amadekirin. Îdinameya ku hat amadekirin ji hêla 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Êlihê vê hat qebûlkirin. 
 
Di îdianameya ku hat amadekirin de nameya Îpek Er, gotinên şahîdan û raporên Saziya Tiba Edli hat esasgirtin. Hat diyar kirin ku Îpek Er di nameya xwe de qala destdirêjî, tehdît û bêçaretiya xwe dike. Berpirs jî Mûsa Orhan nîşan dide. Îfadeyên bijîşk û hemşîre ên ku Îpek Er deman dikir jî di îdianameyê de cih girt. Her wiha îfadeyên malbatê jî di îdianameyê de hat bicihkirin.
 
Runiştina yekemîn a dozê sibê wê li Yekemîn Dadgeha Ceza a Asliyeyê ya Êlihê bê dîtin.
 
Yek ji parêzera dozê Gulan Çagin Kalelî hem der barê doza li Sêrtê hem jî wê ya li Êlihê bê dîtin de nirxandin kir.
 
Doza berê ya Îpek Er hat bibîrxistin
 
Gulan Çagin Kalelî got di 2020’an de Musa Er destdirêjî li Îpek Er kiriye û piştî demek dirêj merciyên lêpirsînê bêdeng mane û got: “Piştî bûyer ket rojeva rayagiştî kêm be jî pêşketin hebû; lê ji ber encam negirt Îpek Er dawî li jiyan axwe anî. Piştî întîxarê lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî Îpek Er rakirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dset da der barê Musa Orhan de îdianame hat amadekirin û darizandin ji ser vê meşiya bû.”
 
‘Me ji bo sûcên din jî serlêdan kirin’
 
Gulan Çagin Kalelî got gumanbar Musa Orhan ne tenê çawîşekî pispor yê gumanbarê sûcê ‘îstîsmara zayendiye’ û wiha daxuyand: “Vî kesî heman demê de Îpek ji azadiya wê bêpar hiştiye, îradeya wê tune hesibandiye û heman demê de tehîd kiriye. Me ev nîqaş di biryara ku ji dosyayê derket de kir. Lê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê tenê der barê sûcê îstîsmara zayendî de îdianame amade kir.  Me dema ku ew runiştin berdewam dikirin de der barê Musa Orhan de ji sûcê ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin, tedhîdkirin’ serlêdana sûc kir. Dadgeha Sêrtê ji sûcê zayendî 10 sal ceza da.”
 
Gulan Çagin Kalelî wiha bi lêv kir: “Kes ji azadiyê bêpar hiştin, tehdîdkirin , îrade tune hesibandin. Ev hemû sedema cezayên giranin. Me bi dehan carî got ku divê Musa Orhan bê girtin.Doza li 1’emîn Dadgeha Ceza Asliyeyê ya Êlihê tê dîtin berdewama doza Sêrtê ye. Em ê sibê runiştina ewil de kêmasiyên heyî pêşkêş bikin.  Em bang li hemû kesî dikin ku  xwedî dozê derkevin. Em ê sibê bi saziyên jinan re, hevpîşeyên xwe û STO’yan re dozê bişopînin.”