Li dijî kuştina jinan çalakî

  • 20:52 12 Gulan 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Jin ji bo protestokirina jinên hatin qetilkirin, pêşnûmeya ku rê li ber sûcên nefretê vedike û qanûna ku îmkana qetilkirina heywanan dide, daketin qadan. Jinan diyar kir ku ew qanûna 6284 dixwazin ü pêşnûmeqanûnê red dikin.
 
Jinên Femînîst ên li Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Tûrkan Saylan hatin cem hev û biryara Dadgeha Bilind a Doza Pinar Gultekîn, qetilkirina Bahar Aksu, qanûna mafên heywanan a ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat pejirandin, xebitandina zarokan û pêşnûmeya qanûnê ya der barê kesên LGBTI+ de pêşkêşî Meclîsê hat kirin şermezar kirin. Jinan pankartên bi nivîsa "Mêr dikuje, dewlet diparêze" vekirin û dirûşmên "Peymana Stenbolê ya me ye, em dest jê bernadin", "Jin jiyan azadî", "Jinên hatine kuştin serhildana me ne", "Akpe qanûna xwe ji xwe re bihêle” berz kirin. Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê jinan Guneş Akçay û Gîzem Coşkun xwend.
 
Kujer j, nepêkanîna qanûna hejmar 6284 cesaretê digirin
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bûyerên rojên dawî careke din nîşan daye ku nûnerê kapîtalîzma baviksalarî hikûmeta AKP'ê li gorî berjewendiyên xwe li hemberî kesên ku ne wekî wê ne, her cure xerabiyên sîstematîk pêk tîne û di encama vekişîna ji Peymana Stenbolê û nepêkanîna qanûna bi hejmara 6284'an de her roj 5 jin tên qetilkirin.  Jin bi zanebûn tên qetilkirin û em li dijî vê serî radikin.
 
Herwiha jinan bal kişand ser qetilkina heywanan jî gotin ku pêşnûme qanûna destûrê dide qetilkirina heywanan naxwzin û wê nehêlin ku ev qanûn ji kolanê derbas be.
 
Daxuyanî bi çepikan derbas bû.