Tulay Hatîmogûllari: Divê gavên şênber bên avêtin

  • 19:47 12 Gulan 2025
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî civîna MYKê anî ziman ku divê ji niha şûn ve gavên şênber bên avetin û got: “Ji bo avakirina Komara Demokratîk gav bavêjin. Rêya vê yekê vebûye.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî civîna MYK’ê li ber deriyê avahiya partiyê pirsen çapemeniyê bersivand.
 
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku biryara PKKê îro aşkera kiriye ku ji bo hemû Tirkiyeyê biryareke girîng e û got: “Pir biryareke girîng e. Niha şûn vê jî ji bo Tirkiyeyê demokrat bibe gavên şenber pir girîng in û diyardeye. Li cihekî ku çek rawestiyan berpirsyariya me hemûyan û partiyên îktîdar û muxalefet û hemû civakê ew e ku gavên divê bên avetin demildest bên avêtin û ji bo veguherîna demokrasiyê bixebitin. Ji bo avakirina Komara Demokratîk gav bavêjin. Rêya vê yekê vebûye.”