KURDÎGEH’ê li Wanê ‘pêşangeha ziman’ vekir

  • 16:42 19 Sibat 2026
  • Çand û Huner
WAN - KURDÎGEH’ê, li Wanê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, “pêşangeha ziman” vekir. 
 
Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Wanê “pêşangeha ziman” li dar xist. Di pêşangehê de wêneyên kesayetên di çanda Kurdî de ked dane hatin pêşandan. Pêşangeh, li Pêşangeha Hunerê ya Ataturkê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Di pêşangehê de bal kişand ser zimanê dayikê û hat gotin ku armanca ji pêşangehê ew e ku di mijara kesên ji bo çanda Kurdî ked dayin de bîrek were avakirin.