Li Şirnex û Cizîrê civînên gel

  • 14:25 19 Sibat 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Civînên giştî li navçeyên Şirnex û Cizîrê di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatin lidarxistin.
 
Civîn ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li navçeyên Şirnex û Cizîrê di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatin organîzekirin.
 
Civîna li Şirnexê li Hola Konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, ya li Cizîr jî li ofîsa navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk hat. Gelek welatî beşdarî civînan bûn.
 
Di civînan de nirxandinên pêvajoyê hatin kirin û li ser bingeha nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel nîqaş hatin kirin.
 
Bername bi şêweya pirs û bersivan berdewam kir.