Konsera Mohsen Namjoo hat betalkirin

  • 21:55 19 Îlon 2025
  • Çand û Huner
AMED – Perspektîfa wekheviya zayenda civakî û îfadeyên jinan li ber çavan hat girtin û konsera Mohsen Namjoo ya ku wê di 20-21’ê îlonê de pêk bihata hat betalkirin.
 
Hat daxuyankirin ku konsera Muzîkjen Mohsen Namjo ya li Amedê ku wê çarçoveya turneya Tirkiyeyê de dihat plankirin li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê konserê bide, hatiye betalkirin.Konsera ku dihat plankirin di 20-21’ê îlonê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê bê dayîn, îfadeyên jinan yên der barê tacîzê de û xesasiyetên civakî yên şaredariyê li ber çavan hat girtin û konser hat betalkirin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da û da zanîn ku ew li dijî îtîrazên jinan bêdeng nemane û gotin îfadeyên jinan esasin.