Şeva Yeldayê diyariyê girtiyên di greva birçîbûnê de hat kirin
- 20:21 22 Kanûn 2023
 - Çand û Huner
 
	WAN - Çalakiya Şeva Yeldayê ku li Wanê bi pêşengiya Arsîsayê hat lidarxistin, diyarî girtiyên di greva birçîbûnê de hat kirin. 
	Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê li ŞanoWanê çalakiya Şeva Yeldayê li dar xist. Rêveberiyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Kurdî xwebûn û nasnameya me ya neteweyî ye” hat daliqandin. 
	Di çalakiyê de Nûnerê Arsîsayê Zekî Îtah axivî. Îtah bal kişand ser girîngiya Şeva Yeldayê û got ku ew dixwazin vê çandê bi ruh û can bikin. Zekî  bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û got ku ew vê çalakiyê diyarî girtiyan dikin. 
	Piştî axaftinan şagirtên Arsîsayê helbest xwendin. Çalakî bi kilam û stranan dewam kir. Di dema stranan de govend hat gerandin û dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.
				
				
				
				
				
				





