Li herêmên erdhejê ji ber tozê nexweşî zêde bûne
- 21:34 22 Tîrmeh 2024
 - Tenduristî/Werzîş
 
	NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora ku ji aliyê heyeta Komeleya Thoracîk ve hat amadekirin de, hat diyarkirin ku piştî erdheja li Semsûr û Melêtiyê bûyerên nexweşiyên wekî astim, KOAH û kuxuka berdewam zêde bûne.
	Heyeta Komeleya Toraksê rapora hevdîtinên xwe yên bi pijîşkên Semsûr û Melêti re eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên sereke yên tenduristiyê yên pişikê ku li herêmê di dema piştî erdhejê de hatine dîtin yên  wekî astim û KOAH, ji ber toza heyî zêde bûne.

				
				
				
				
				





