Amedsporê raqîbê xwe 2-1 têk bir
- 21:01 4 Adar 2023
 - Tenduristî/Werzîş
 
	STENBOL- Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê raqîbê xwe Ataşehîr Belediyespor 2-1 têk bir.
	Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Koma B ya Lîga Super a Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe,  di hefteya 16’an a lîgê de li deplasmanê raqîbê xwe Ataşehîr Belediyespor 2-1 têk bir. 
	Tîma Jinan a Amedsporê bi vê galîbiyetê puanê xwe derxist 25’an û di rêza 4’an a Lîgê de cihê xwe girt. Ataşehîr Belediyespor jî di lîgê de bi 15 puanî di rêza 8'an’de cihê xwe girt.

				
				
				
				
				





