Piştî lehiyê li gundewarê Serêkaniyê mayîn û teqemenî derketin

  • 11:05 9 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê El Erîşa, li gundewarê rojhilatê Serêkaniyê, piştî lehiyê, di hundirê kanala avdanê ya li kêleka gund de mayîn û teqemeniyên çêkirî derketin, şêniyên gund daxwaza rakirina mayînan kir.
 
Piştî baranên dijwar û lehiyên ji nişka ve yên li herêmê, şêniyên gundê gundê El Erîşa, li gundewarê rojhilatê Serêkaniyê di hundirê kanala avdanê ya li kêleka gund de mayîn û teqemeniyên çêkirî dîtin. 
 
Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku rakirina van bermayiyan bilezînin û herêmê ewle bikin.