Pervîn Buldan: Divê ev pêvajo bigihejê aştiyeke mayinde
- 14:51 1 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Endama heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan ku di konferansa jinan de axivî li ser cihê nû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas bûye bi lêv kir ku guherandina cih têrî nake û wiha got: “Tenê guherandina xanî têr nake. Hewceye statuya birêz Ocalan û şert û mercên wî yên xebata azad bi cih were.”
Konferansa jinan a “Em bi hev re pêşeroja diaxivin” ku li ser banga 80ê jinên di nav wan de rojnameger, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û aktivîst hene tê lidarxistin di roja 2yan de li eywana Odeya Endezyarên Înşaatê ya navçeya Çankaya didome. Konferans bi rûniştina yekem a bi sernavê berpirsyariya siyasetê ya aştiyê, çareseriya demokratîk, meclis û partiyên siyasî ve dest pê kir. Moderatoriya rûniştinê ji aliyê Gozde Şeker ve hat kirin. Di rûniştinê de Endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan, siyasetmedar Fîlîz Kerestecîoglu, Cîgira Serokê Giştî ya Yenî Partiyê Gokçe Gokçen û ji Koma Yenî Yolê Sema Silkîn Un dê di rûniştinê de weke axiver li ser mijarê nirdandin bikin.
Beriya rûniştinê peyama lîstikvan Fusun Demîrel ku şandibû hat xwendin. Fusun Demîrel di peyama xwe de Dayikên Şemiyê, Behîce Boran û jinên pêşeng bi bîr anî û got ku pêşeroja wan di destê wan de ye.
‘Ji birêz Ocalan re spasiyên taybet’
Piştî xwendina peyamên ji konferansê re hatine şandin rûniştin dest pê kir. Di serî de endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan pêvajoyên çareseriyê yên derbasbûyî bi bîr xist û wiha got: “Niha 3 aktorên pêvajoyê hene. Birêz Ocalan, birêz Erdogan û birêz Bahçelî. Lê aktor ne di şert û mercên wekhev de ne. Ez hemûyan re spas dikim lê ji birêz Ocalan re taybet spas dikim. Herî dawî me di 13yê Îlonê de li giravê hevdîtin kir û ji wê rojê şûn vê hevdîtin pêk nehat. Xitimînek heye lê ew xitimîn bi têkoşîna jinan dikare were derbaskirin. Birêz Ocalan her tim rola jinan pêşeng dibîne. Li meclisê komîsyonek jî dê bê avakirin. Divê jin di hemû pêvajoyan re rol bilîzin.”
‘Tenê derdê me ew e ku ev pêvajo bigihejê aştiyeke mayinde’
Pervîn Buldan wêneyên Ceylan Onkol û Eren Bulbûl ku li serdikê hatibûn bicihkirin, nîşan da û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya pevçûnan de hemû alî bandor bûn. Êşa kesî ya din ne mezintir e. Ji bo êşên bi vî rengî neyên jiyîn divê ew pêvajo bigihêje aştiyeke mayinde. Ji bo wê jî divê jin bêtir pêşengiyê bikin. Di hevdîtinên em bi rêyedarên dewletê re dikin de em qala guherandina destûra bingehîn û hilbijartinê nakin. Tenê derdê me ew ê ku ew pêvajo bigihêje aştiyeke mayinde. Helbet pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye. Lê di serî de pêdivî bi aştiyeke mayinde heye.”
‘Hewceye pêvajo bê civakîkirin’
Pervîn Buldan destnîşan kir ku hewceye pêvajo bê civakîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyoneke heqîqetê dê bê avakirin an na. Ez jî yek jî Dayikên Şemiyê me û dipirsin faîl dê bên dîtin an na. Girtiyên siyasî Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û Leyla Guven dê kengî bên berdan. Ew hemû bi pirsgirêka Kurd re girêdayî ne. Civak dipirsê birêz Ocalan dê kengî azad bibe. Pirsgirêka Kurd ew e. Heke ez nekarim bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînim pirsgirêka Kurd ew e. Hê jî li meclisê Kurdî zimanê nayê zanîn e. Pirsgirêka Kurd ew e.”
‘Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê bi hev re girêdayî ne’
Cîgira Serokê Giştî ya Yenî Partiyê Gokçe Gokçen jî bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd û demokrasiyê heye û wiha axivî: “Her du jî bi hev re girêdayî ne. Ji bo wê jî me xwest li meclisê li rex sernavên bêçekirinê sernavê demokratîkbûyînê jî hebe. Komîsyona Meclisê raporek jî amade kir. Lê tenê xaleke raporê pêk hat. Gotinên bila pêşî çek bên danîn û piştrê gavên demokratîk bên avetin şaş e. Helwesta me ya qanûna çarçoveyî jî bê baweriya li dijî desthilatê bû. Ji bo berdana çekan sererastkirinên qanûnî helbet hewcehî hebû. Lê ew pêvajo bi awayekî veşartî hat kirin û Serokê Meclisê serdana hemû partiyan kir lê serdana partiya me nekir.”
‘Pêdiviya me ew ê ku em bi hev re li qadan û kolanan bin’
Parlamentera berê ya HDPê siyasetmedar Fîlîz Kerestecîoglu jî anî ziman ku aştî karekî pir cidiyê û li benda zilam û desthilatê nayê hiştin û ev tişt vegot: “Divê di pêvajoyên derbasbûyî ku têkçûn de jî li benda desthilatê nehata hiştin. Dibêjin baweriya we desthilatê heye yan. Baweriya me ji desthilatê tune ye. Em ne mecbur in baweriya me ji desthilatê hebe.”
Fîlîz Kerestecîoglu wêneyekî Cizîrê ya demê şerê xweseriyê nîşan da û wiha got: “Divê wê rojê em li rex vê dayikê bûna. Lê wê demê ne CHPê ya wê demê û ne jî partiyên din ne li cem wê dayikê bûn. Ew wêne min bi xwe kişand. Wê demê polîsekî ji min re got “Vekîlîm hûn çi dikin bikin vî şerî rawestînin.’ Pêdiviya me ew ê ku em bi hev re li qadan û kolanan bin. Di serî de divê ew çanda bîatê ji holê bê rakirin.”
Akademîsye Arzu Yilmaz jî bi lêv kir ku şert û mercên herême neçarî pêvajoyeke bi vî rengî kiriyê û wiha axivî: “Pêvajoya aştiyê ya Kurdan bi AKPê re ne tercîhek lê mecburiyetek bû. Desthilat jî mecbur ma. Ev pêvajo bi motîvasyoneke bi vî rengî dest pê kir û wisa jî berdewam kir. Desthilat bi motivasyona parastina dewletê berjewendiya xwe bi vê pêvajoyê re dît.”
Piştî axaftinan beşdaran bi dorê pirs ji axiveran re pirsîn û li ser mijarê fikir û nêrînên xwe anîn ziman.
‘Guherandina xanî têr nake’
Pervîn Buldan li ser pirsa beşdaran a derbarê guherandina cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha bersivand: “Tenê guherandina xanî têr nake. Hewce ye statuya birêz Ocalan û şert û mercên wî yên xebata azad bi cih were. Birêz Ocalan gotibû ew dixwazê bi rojnameger, rêxistinên jinan û saziyên cuda yên civakê re hevdîtinan bike. Lê hê jî ji bilî me kes nikarê biçe hevdîtin bike. Beriya niha jî birêz Ocalan dema em diçûn Girava Îmraliyê dihat wî xanî bi me re hevdîtin dikir û dîsa vedigeriya cihê xwe lê niha êdî dê di wî xanî de bimîne. Lê ew tenê têr nake. Hewcehî bi gavên şênber hene.”







