DEM Partî: Berxwedana Kobanê parastina destektiyên têkoşînê ye
- 11:43 1 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî dan û diyar kirin ku berxwedan di sala 12'emîn de berxwedan û serketina li Kobanê hîn bi wate bûye.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku dijminê îradeya jiyana bi hev re ya gelan, çand, bawerî û nasnameyan DAÎŞ'ê 15'ê Îlona 2014'an li ser Kobanê dest bi êrişeke mezin kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de gelê Kurd, berxwedêrên enternasyonalîst ên ji çar aliyên cîhanê xwe gihandin Kobanê li dijî êrişa DAÎŞ'ê dest bi berxwedaneke destanî kirin û hate gotin, "Çeteyên DAÎŞ'ê û hêzên li pişt wê ku li berxwedaneke dîrokî ya ji 134 rojan rast hatin, bi rengekî mezin têk çûn. Wateya serketina Kobanê ya ku gelên cîhanê xwedî lê derket û li Rojhilata Navîn dîrokeke nû da destpêkirin, îro weke enternasyonal xwedî hîn wateyeke mezin e."
Di daxuyaniyê de salvegera 12'emîn a berxwedana Kobanê hate silavkirin ku bi pêşengiya jinan têkoşîneke mezin hate meşandin û hate gotin, "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku ji aliyê gelên cîhanê ve hate ragihandin, di serî de li gelên Rojhilata Navîn, li tevahiya gelên cîhanê pîroz be. Di serî de jin, kesên li Kobanê ji bo mirovahiyê canê xwe feda kirin, bi hurmet û rêdarî bi bîr tînin."
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê jî salvegera 1'ê Mijdarê pîroz kir û got, "Berxwedana Kobanê ku sala 2014'an 134 rojan dewam kir, ne tenê parastina bajarekî bû; îradeya parastina destektiyên têkoşîna jiyana hevpar, azadî û wekheviyê ya jinan bû. Modela jiyana wekhev û azad a li Kobanê bi kooperatîf, gundên jinan û sîstema hevserokatiyê ava bû, hîn jî îlhamê dide jinên cîhanê."







