Li Rihayê kesên jiyan xwe ji dest dane hatin bibîranîn
- 20:19 28 Cotmeh 2026
- Rojane
RIHA - Li Rihayê di bernameya mewlûda ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate dayîn de balkişandin ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha hate gotin: “Kurd ne alîgirên şer in. Îradeya me mezine. Divê em jî rêya şehîdan de bimeşin. Bi xebatek mezin divê em rêya wan de bimeşin.”
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER) ya Rihayê bi boneya 40 rojiya kesên di têkoşîna azadsiyê de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Dawetê ya Bulut Royal a Eyyûbiyê mewlûd hat dayîn. Endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, Dayikên Aştiyê, parlementerên DEM Partiyê yê Rihayê û bi sedan malbatên şehîdan tev li mewlûdê bûn.
Li eywanê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Doza me ji bo soza me, soza me ji bo şehîdên me”, “Rêbertiya azad misogerkirina aştiyê ye”, “Şervanên Kurdistanê cangoriyên azadiyê em her dem ser şopa we ne.” hatin daliqandin. Girseyê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêzgirtin û piştî rêzgirtinê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.
Destpêkê peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane hat xwendin.
Piştre Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Rihayê Makbûle Yavûzer xêrhatina hemû beşdarvanan kir û got: “Di şexsê şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Dayikên Kurdan êşeke pir mezin kişandin. Her yekê sê- çar zarokên dan vê oxirê, lê tu carî jî rêya xwe paşve gav neavêtin. Em ê her tim di pey şopa wan bin.”
Silava Ocalan ji bo malbatên şehîdan
Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di mewlûdê de axivî û destnîşan kir ku bi salan e gel li ber xwe dide û got: “Em di meha cotmehê de çûn hevdîtîna Rêber Apo û me li wir behsa şehîdan kir. Serokatî ev tişt got; ‘Bi taybetî silavên min malbatên şehîdan bike û bila malbatên me xwedî li nirxên xwe derkevin û şehîd jiyîn û em ê xeyal û armanca wan pêk bînin.”
‘Divê dewlet Rêberê me nas bike’
Omer Ocalan diyar kir ku divê em hemû xwedî li pêvajoyê derkevin û wiha domand: “Serokatî siyaset rexne kir û behsa Qoserê, Silopiyayê kir û got gelek malbatên me li wir hene têdikoşîn. Ew keda ku bi salan e hatiye dayîn bê berdewamkirin. ji bo vê yekê divê em ji bo xurtkirina vê pêvajoyê bixebitin. Dewlet hêj jî behsa çeka dike. Gelê Kurd ji bo aştiyê her gav avêt. Yên ku aştiyê naxwazin li ber çavan e. Em jî wek malbatên şehîdan li vir bang dikin, gelê Kurd her tim aştî xwestiye lê divê dewlet gav bavêje. Zarokên wî gelê divê serê çiyan werin û siyaseta demokratîk bikin. Kurdan axa xwe parastiye. Herkes jî dizane Tevgera Azadiyê bi hêzkirin û rêxistinkirinê mezin bûye. Ji ber vê yekê divê em di rêya şehîdan de bimeşîn. Gelê me yê birûmet em ê bi hev re siyasetê bikin. Sazî be em ê bi hev re ava bikin û bi hev re bimeşînin. Em bi şehîd û nirxên xwe serbilind in û em ji her tiştî re amade ne. Bila tu kes ji Kurdan re asimilasyon û qirkirinê hêvî neke. Ax axa me ye, ziman zimanê me ye. Divê dewlet Rêberê me nas bike. Dîsa hemû şehîdan bibîr tînin û em ê her tim di rêya wan de bimeşin.”
Bername piştî xwendina mewlûdê bi dawî bû.







