Li Wan û Agiriyê jî bo pakrewanan mewlûd hate dayîn

  • 13:47 28 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAENDA NÛÇEYAN - Li Wan û Agiriyê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê mewlûd hatin dayîn. Bang hate kirin ku hêzên siyasî yên Kurd bibin yek û di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên şênber bên avêtin.
 
Li Wan û Agiriyê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê mewlûd hatin dayîn. Bang hate kirin ku hêzên siyasî yên Kurd bibin yek û di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên şênber bên avêtin.Hevseroka MEBYA-DER'ê Mizgîn Avşîn a di mewlûda ji bo şehîdan ku li Wanê hat dayîn  axivî, bal kişand ser têkoşîna azadiyê û diyar kir ku heke îro Kurd di vê astê de bin ew bi saya şehîdan e.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Wanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li ewyanek dawetê ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” hatin daliqandin û dirûşmên “Şehîd namirin”,“Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Bi sedan welatî tev li mewlûdê bûn.
 
‘Em ê xeyalên wan pêk bînin’
 
Di bernameyê de ewilî mewlûd hate xwendin. Piştî xwendina mewlûdê, Hevseroka MEBYA-DERê Mizgîn Avşîn axivî û got: “Di dîroka Kurdistanê de gelek kesan di bin şert û mercên giran de ji bo gelê xwe têkoşîn daye û jiyana xwe ji dest daye. Ger em îro gihiştibin vê astê, bi xêra van lehengên me ye, em di dirêjahiya jiyana xwe de deyndarê wan in. Em ê xeyalên wan pêk bînin. Em ê têkoşîna wan nîvco nehêlin.”
 
Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Guneş axivî û banga parastina mîrateya şehîdan dubare kir. Weysî Guneş destnîşan kir ku divê xwedî li nirxên ku ji bo gelê Kurd hatine afirandin derkevin û têkoşîn bê xurtkirin.
 
‘Divê dewlet gavên berbiçav biavêje’
 
Herî dawî Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û bal kişand ser wateya têkoşîna 52 salî ya azadiyê. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn ku dema mijar dibe şehîd û têkoşîna wan, hemû zimanan bînin ba hev jî li hember têkoşîna wan dê kêm bimîne û got: “Li hember têkoşîna ku ev 52 sal in tê dayîn, ax ji nû ve şîn bû. Em êdî naxwazin xwîn li ser vê axê birije. Bi peyama Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re gelek gav hatin avêtin, lê dema em dinêrin ji aliyê dewletê ve gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Êdî pêwîst e gavên berbiçav bên avêtin û her kes di ferqa berpirsiyariya xwe de be.”
 
Banga yekîtiyê
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di dawiya axaftina xwe de banga yekîtiyê li hemû aliyan kir û got: “Banga me ji bo hemû partî û siyasetmedarên Kurdistanê ye; îro dema yekîtiyê ye. Ev ax axa me ye; em duh jî li ser vê axê bûn, îro jî li vir in û em ê li ser vê axê berdewam bin.”
 
Piştî axaftinan xwarina mewlûdê hate dayîn û bername bi dawî bû.
 
Agirî
 
Di merasîma li navçeya Bazîd a Agiriyê de jî Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
 
Heval Bozdag diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî ew ê piştgirî bidin gavên ji bo aştiyê hatine avêtin.
 
Piştî duayan û xwarina mewlûdê, bername bi dawî bû.