Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe
- 09:35 27 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman ku ji ber gavneavêtina dewletê di pêvajoyê de "rewşeke rawestînê" heye û destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fermî bibe.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di bernameya taybet a Medya Haber TV de bersiv da pirsan û asta heyî ya pêvajoyê, têkoşîna azadiyê ya jinan, kiryarên li girtîgehan û bûyerên herêmî nirxand.
* 25'ê Cotmehê salvegera 34'emîn a şehadeta hevala Bêrîtan e ku di afirandina xeta berxwedanê ya jinê û têkoşîna azadiyê ya Kurd de bi rola xala werçerxê rabû. Şehîd Bêrîtan di sosyolojiya Kurd de guhertineke çawa afirand?
Beriya her tiştî di şexsê Bêrîtan-Gulnaz Karataş û şehîdên meha Cotmehê de şehîdên şoreşê û azadiyê hemîuyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Hevala Bêrîtan di nava têkoşîna me de xwedî cihekî gelekî cuda ye. Bi taybetî cihê wê ji aliyê têkoşîna azadiya jinê ve, girîngiya wê gelekî cuda ye. Hevala Bêrîtan sembola xeta berxwedan û azadiyê ye. Di rêxistinbûna jinê, artêşbûna wê de, bi giştî ji aliyê belavbûna têkoşîna jinê li kurdistanê û herêmê ve sekn, kesayetî û bexwedêriya hevala Bêrîtan, sekna wê ya esîl a li dijî hevkarî, nokerî, xiyanet, ferzkirinên teslîmiyetê û xeta teslîmkariyê gelekî bandor kir. Bandora wê ya li ser jinên Kurd hîn zêdetir e. Di afirandina çanda berxwedanê de li Kurdistanê ji xwe çandeke bi vî rengî ya bi kok heye. Di afirandina vê çandê de jinên Kurd xwedî cihekî diyarker e. Hevala Bêrîtan jî hevalek bû ku bi vê çandê mezin bû.
Dema ku xwe gihand têkoşîna PKK'ê bêguman guherîna di kesayetî û têkoşîna xwe de gihand asta herî bilind. Lewma hevala Bêrîtan ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinê û Tevgera Azadiyê ay Kurd ve xetek e. Bir astî jî xeteke azadiyê ye, xeteke berxwedanê ye.
Ji bo ev çanda berxwedanê hîn kûr bibe, bê pejirandin û veguhere xetekê hevala Bêrîtan bi roleke gelekî mezin rabû. Ew helwesta bexwedanê ku li dijî teslîmiyet, xiyanet, xeta hevkariyê nîşan da, ji vî alî ve bêguman rola xwe gelekî xurt e. Bi taybetî bandoreke gelekî mezin li ser civak û jinên Başûrê Kurdistanê jî kir.
Bi taybetî li dijî ferzkirinên xiyanet û teslîmiyetê, sekneke gelekî xurt a jinên Kurd afirand. Bandoreke cidî li jinan kir, li civakê kir. Bersiva herî rast a li bîranîna hevala Bêrîtan bêguman li dijî ferzkirinên xiyanet û nokeriyê nîşandana helwesteke berxwedanê ya xurt, sekneke azadiyê, têkoşîneke azadiyê ya xurt e.
Lewma girîng e ev sekn û helwesta berxwedanê bê birêxistinkirin, veguhere hêzeke têkoşînê û bibe jiyan, sîstemeke civakî. Bersiva herî rast û bi wate ya li bîranîna wê ev e. Eger em di vê demê de karibin vê seknê rojane bikin, bersiva herî rast wê bi vî rengî bibe:
Divê jinên Kurd divê li ser vê xeta azadîparêzî û bexwedanê sekna jiyan û rêxistiniyê veguherînin yekîtiya Kurd a azad û demokratîk. Ev gelekî girîng e. Û jinên Kurd dikarin pêşengiyê ji yekîtiya Kurd a demokratîk re bikin.
Bi pêkanîna yekîtiya xwe re li ser bingeha pîvanên azad û demokratîk bi avakirina yekîtiya xwe ya navxweyî divê karibe pêşengiyê ji yekîtiya Kurd a demokratîk re bike. Ev yek ji bo vê serdemê pêwîstiyeke lezgîn e. Lewma bi sekna bi rengê Bêrîtanê divê jinên Kurd karibin pêşengiyê ji vê yekê re bikin.
Bêguman ev yek bi rêxistinbûnê dibe, bi sekna xweparastinê dibe, bi helwesta berxwedanê dibe. Ji ber vê yekê jî xeta jiyanê û têkoşînê ya hevala Bêrîtan mînak e. Ji bo jinên Kurd, ji bo jinan îlhamê dide, wêrekiyê dide. Ji bo mezinkirina rêxistiniyê, mezinkirina xweparastinê, pêkanîna yekîtiya jinê ya demokratîk, yekîtiya jinên Kurd û yekîtiya Kurd a demokratîk bi rastî jî mînakek e.
* Hûn rola xeta berxwedanê ya hevala Bêrîtan ji aliyê xeta azadiyê, li nava têkoşîna azadiyê û rastiya sosyolojîk a jinên Kurd çawa dikarin ji bo vê serdemê çawa dikarin binirxînin?
Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ji xwe li ser vê xetê bi pêş ket. Berxwedana zindana Amedê bi Sarayan destpê kir. Hevala Sara yek ji kadroyên pêşeng ê vê ye. Ji bo jinên Kurd hevala Sara xwedî roleke rêbertiyê ye. Rêberê me got; Sara. Têkoşîna tevgera azadiyê ya jinên Kurd e.
Bêrîtan jî dewama vê xetê ye. Bêguman dewama vê xeta berxwedanê ye. Bêrîtan, Zîlan, Sema, Gulan, Viyan, Şîlan dewama vê xetê ne.
Ev bû çand, kevneşopî, feraset û rêbazekê. Zîhniyeteke nû afirand û têkoşîna li ser vê yekê bi pêş ket bêguman di nava sosyolojiya Kurd de guherîn û veguherînên cidî afirand. Di nava Kurdan de ji aliyê afirandina demokratîkbûnê, çanda azadîparêziyê, çanda wekheviyê, feraseta jiyana wekhev azad a bi hev re ya gelan, di afirandina vê zîhniyetê de bandora vê xetê û vê çandê gelekî mezin e.
Dema ku mirov ji vî alî ve lê dinihêrin bêguman guherîneke gelekî cidî ya sosyolojîk heye. Ev demokratîkbûn, feraseta edalet, wekhevî û azadiyê ya li nava Kurdan, belavbûna vê li nava gelan û afirandina jiyaneke hevpar a bi bawerî, çandên cuda re, ku em ji vê re paradîgmaya neteweya demokratîk dibêjin, bi avakirina jiyaneke demokratîk û azad, avakirina sîstemekê, çandekê û têkoşîna li ser vê xetê, astek derxist holê.
* Komkujiyên têne serê jinan û bûyerên tundiyê yên li nava civakê niha gihîştiye asteke gelekî bilind. Rojane 2-3 jin têne kuştin. Li gorî bîlançooya meha Îlonê 26 jin û 6 zarok hatin qetilkirin. 10 jin û 6 zarok jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Di vê mijarê de ku tundiya li hemberî jinan zêde bûye, gelo têkoşîna heyî têrê dike? Li hemberî tundiya li dijî jinê divê çi bê kirin, xweparastin divê çawa be?
Tundiya fîzîkî ya li hemberî jinan aliyekî tundiya li dijî jinan e, parçeyekî wê ye. Piralî ye, jin di bin tundiyeke piralî de ne. Tundiya psîkolojîk, tundiya aboriyê, gelek aliyên xwe hene.
Ji xwe çand bi xwe çandeke zayendîperest e, çandeke bi serweriya mêr e, çandeke ji hezaran salî ye. Jiyan li gorî vê hatiye avakirin, jin û mêr li gorî vê hatiye avakirin. Ev yek bandorê li medyayê dike, bandorê li çand û hunerê dike, bandorê li siyasetê, aboriyê dike.
Li ser her aliyên jiyanê çanda zayendîperest û bi serweriya mêr bandorê dike. Ev yek jî li nava jiyanê, li her qada jiyanê bi rengê tundiyê li jinan vedigere. Ev yek bi rastî jî mêtingeriyeke gelekî kûr a li dijî jinan e.
Li hemberî vê yekê bi taybetî di sedsala dawî de hişyarbûneke cidî heye, zanebûnek heye, rêxistinbûnek heye, îradebûnek heye. Û li cîhanê têkoşînek heye ku bilind dibe. Bi rastî jî nakokiya zayend vediguhere nakokiyeke sereke.
Û li her derê piştevaniyeke cidî ya jinê, têkoşîneke hevpar heye. Li dijî sîstema bi serweriya mêr -ku ev yek sîstema modernîteya kaîtalîst a sazîbûyî û kûrbûyî ye, sîstema netewe dewletê ye- bi têkoşîna jinê, bi têkoşîna gelan û hemû dînamîkên civakî sîstema modernîteya kapîtalîst di nava krîzeke gelekî giran de ye.
Zêdebûna tundiya li hemberî jinan, zêdebûna komkujiyên fîzîkî ku gihîştiye asta qirkirina jinê pêwendiya xwe bi vê krîz û kaosa kûr a zîhniyeta sîstema bi serweriya mêr, modernîteya kapîtalîst heye. Ji bo sîstemê li ser piyan bihêle tundiyê zêde dike, tundiyê piralî dike û kûr dike. Li hemberî vê yekê bêguman têkoşîneke xurt a jinan jî heye.
Ji xwe sîstema modernîteya kapîtalîst tê wateya sîstema şer, sîstema tundiyê. Li her devera cîhanê şer heye, li herêmê şer giran bûye, şer li navenda Kuridstanê kûr bûye. Wekî din li ser Kurdan siyaeteke qirkirinê heye. Em dikarin vê yekê bigihînin heta sed salî, zêdeyî sed salî. Dikarin weke demek ji 200 salî bînin ziman. Em bala xwe bidinê, li Kurdistanê gelek komkujiyên li dijî jinan yekser ji aliyê dewletê ve tê kirin.
Weke parçeyek ji êrişên polîtîka û siyaseta qirkirinê ya bi plan û organîzeyî tê kirin. Bi vî rengî ji her alî ve tundî tê kûrkirin. Hişyariyek li hemberî vê heye.
Weke min got, hişyarbûnek, îradebûnek û rêxistinbûn di nava jinan de bi pêş dikeve. Piştevaniyek çêdibe, çalakiyên hevpar, têkoşîna hevpar têne meşandin. Bêguman ev têrê nake.
Divê ev yek hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo xurt jî bibe pêwîstî bi rêxistinbûnê heye. Divê jin li her derê, li her qada jiyanê rêxistiniya xwe xurt bike. Xweparastinê xurt bike. Xweparastin jî bi rêxistiniyê dibe. Çiqasî xwe bi rêxistin bike, ew rêxistinî jî di heman demê de dibe xweparastina te. Dibe hêza te ya hevpar. Têkoşîneke hevpar, hêzeke têkoşînê ya xurt û sekneke rêxistinbûyî tundiya sîstema bi serweriya mêr, tundiya mêr bi rengekî xwezayî lawa dibe.
Eger ev têkoşîna rêxistinbûyî û xweparastin mezin bibe, wê sîstema bi serweriya mêr hîn bi lez ji hev bikeve. Çanda zayendîperest wê ji holê rabe. Pêwendiya vê yekê bi têkoşîna rêxistinbûyî heye. Ev gelekî gigrîng e. Perwerde, rêxistinî, xweparastin, têkoşîna hevpar a jinan wê sîstema bi serweriya mêr û çanda mêr bi demê re ji holê rake.
* Di ser destpêkirina pêvajoyê re 2 sal derbas bûn. Weke Tevgera Azadiyê we gavên gelekî mezin û girîng avêtin. Rayedarên dewleta Tirk jî heta astekê daxuyanî dan. Meclîs çalak bû, komîsyonek ava bû. Her wiha qanûn derket. Lê belê weke ku di pêvajoyê de rewşeke xitimandinê heye. Gelo çi diqewime, rewş çi ye?
Di nava 2 salên dawî de Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên gelekî dîrokî avêt. Me li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî sekinand; ev gaveke gelekî dîrokî ye. Û piştî wê jî bi dorê gelek gav hatin avêtin. Hêzên gerîla yên li nava sînorên Tirkiyeyê hatin vekişandin. Yekîneyên li nava bajaran hatin vekişandin. Şikeftên nêzî sînor, her wiha hinek gelekî dûrî sînor hatin valakirin. Ev yek ji mînakên gelekî şênber e ku samîmiyet, biryardarî û sekna me ya li pêşberî pêvajoyê nîşan dide. Ev gavên gelekî dîrokî ne.
Li hemberî vê yekê ji dewletê gaveke cidî nîne. We gotibû, xitimandinek heye. Dibe ku ji bo niha zû be ku bi vî rengî bê vegotin. Lê belê bi rastî jî rewşeke rawestînê heye. Hûn dikarin ji vê re xitimandin jî bibêjin, lê belê rewşeke asêmayî heye. Sedema vê çi ye? Sedema vê helwesta desthilatdarî û dewletê ye. Li wê eniyê rewşeke rawestînê heye. Gavê neavêje. Ber bi demokratîkbûnê ve gavê neavêje. Zemîna siyasî û hiqûqî nayê amadekirin. Beriya her tiştî vaye rewşa Rêberê me. Hîn jî tecrîd ji holê nehatiye rakirin. Rêberê me nikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe.
Did kongreya fesixkirinê ya PKK'ê de şertê me yê bingehîn ew bû. Me dawî li têkoşîna çekdarî anîn, lê belê ji bo ev yek bikeve meriyetê, ji bo biryarên kongreyê bi cih bê anîn diviyabû Rêber Apo bi rengekî azad ev pêvajo bi rê ve bibira. Diviyabû gavên demokratîk, siyasî, hiqûqî bihatina avêtin. Diviyabû zemîna ku têkoşîna siyaseta demokratîk lê bê meşandin bihatibûya avakirin. Ji bo vê jî diviyabû dewletê sererastkirinên gelekî cidî yên hiqûqî bikira.
Di vê mijarê de pêşketinek nîne. Lewma rewşeke rawestînê heye, rewşeke cemidîbûnê heye ji ber dewletê. Em dikarin bi vî rengî vebêjin.
*Herî dawî weke Tevgera Azadiyê we daxuyaniyek da. We got, şikeftên li Metînayê jî hatine valakirin. Piştre jî di çapemeniya Tirk de hate ragihandin ku li Xakurkê, Xinêrê, Garê şikeft hatine valakirin, çek hatine radestkirin. Di nava gelê Kurd de fikrekî welê çêbûye ku dewlet bi nêzîkatiya, divê filan tişt bê kirin, karên ku divê ew bike dinixumîne. Gelo rewşa niha çi ye? Gotinên bi vî rengî ji bo çi têne gotin?
Ev hemû şerê taybet e. Ji ber ku zîhniyet û polîtîkaya dewletê neguheriye, di vê mijarê de gavê nevaêje; bi rojevên bi vî rengî yên cuda hewl dide atmosfereke cuda biafirîne, bi demê bilîze û wextê qezenç bikin.
Ji xwe eger cidî bin, gavê biavêjin, di serî de azadiya Rêberê me zemîna siyasî û hiqûqî ava bike, atmosfera siyaseta demokratîk bê afirandin, derfet bêne naskirin ji xwe Metîna, Xakurkê, Xinêrê li aliyekî wê li hemû qadan gerîla çekê dîne, biçe bi rengekî rêxistinbûyî siyaseta demokratîk bimeşîne. Ji filan herêmê wêdetir, wê ew pirsgirêk ji holê rabe. Eger ev dewlet gavê biavêje, ji xwe wê bi temamî bikeve nava pêvajoyeke welê.
Gavê neavêje. Di helwest û polîtîkaya xwe ya heyî ya neçareseriyê de israr dike, dibe sedem ku rojevên bi vî rengî Yên şerê taybet biafire. Li holê gavek nehatiye avêtin, her roj qadek tê nîqaşkirin, hewl didin atmosfereke cuda biafirînin.
Ev rojevên şerê taybet e. Divê mirov qet guh nedin wan. Pêwîste her kes li dewletê binere. Gavê diavêje yan neavêje? Weke ku min beriya niha got, di halê hazir de rewşeke cemidandinê, rewşeke rawestînê heye. Eger dewlet gavên biavêje ji xwe tiştek namîne. Ew pêvajo wê ji ber xwe ve bimeşe.
* Beriya çend rojan Mehmet Ûçûm di gotareke xwe de diyar kiribû ku rol ji Rêber Apo re bê dayin jî di statuya wî ya hiqûqî de wê ti guhertin çênebe. Weke ku ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê nêzî Rêber Apo dibin, tê dîtin. Gelo nirxandinên bi vî rengî tê çi wateyê?
Mehmet Ûçûm nûnerê wê meyla li nava dewletê ye ku di neçareseriYê de israr dike, di polîtîkayên şer û înkarê de israr dike. Bi rastî jî endamekî şerê taybet e. Li Tirkiyeyê, li nava dewletê gelek derdor hene ku xwe ji şer, ji neçareseriyê xwedî dikin. Mehmet Ûçûm jî nûnertiyê ji van re dike, berdevkiya wan dike. Divê mirov bi vî rengî pênase bike.
Rêber Apo rêberê vî gelî ye, îradeya vî gelî ye. Azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd yek e, di nava hev de ye. Heta ku Rêber Apo azad nebe û statuya wî fermî nebe, heta ku Rêber Apo vê pêvajoyê bi rengekî azad nemeşîne, eşkere ye ku gerîla ji niha û pê ve gaveke bi tenê jî neavêje. Ji ber ku nêzîkatiay li Rêberê me nêzîkatiya li Kurdan e.
Bi çi rengî nêzî Rêberê me dibin, bi heman rengî nêzî pirsgirêka Kurd dibin. Eger di mercên azadiyê, di azadiya Rêberê me de pêşketinek tine be, statuya wî fermî nebû be, muxatabiyeke fermî nehatibe çêkirin; ev tê wê wateyê ku dewlet wê bi vî rengî nêzî pirsgirêka Kurd bibe. Wê polîtîkaya neçareseriyê, polîtîkaya înkarê dewam bike. Ev tê wê wateyê. Lewma bêguman berê her kesî, bala her kesî li rewşa Rêber Apo ye.
Nirxandinên bi vî rengî yên Mehmet Ûçûm ên têkildarî Rêber Apo nêzîkatiya li gelê Kurd nîşan dide, nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd radixe pêş çavan. Nîşan dide bê çiqasî di nava nêzîkatiyeke necidî de ye. Bask, derdor, xeta ku ew temsîla wê dike; eger îdîa dike ku bi navê dewletê diaxive, eger bi israr vê yekê dike, hingî di nava dewletê de jî yên di neçareserkirinê de israr dikin hene. Wê hingî bi wî rengî bê fêhmkirin. Mehmet Ûçûm ji aliyekî ve wan mirovan piştrast dike ku nirxandinên bi vî rengî dikin. Eger bi vî rengî bibe bêguman wê pêvajo bi pêş ve neçe. Ev pêvajo wê bi pêş ve neçe. Ji bo ev pêvajo bi pêş ve biçe û bi ser biekve divê statuya Rêberê me fermî bibe. Û Rêber Apo karibe vê pêvajoyê bi rengekî azad bimeşîne. Naxwe nepêkan e ku ev pêvajo bi rengekî serketî bê meşandin.
* Li gel vê rewşê, hevalên ku zêdeyî 30 sal in li zindanê ne jî hene. Tevî ku înfazên wan qediyane jî nayên berdan. Di nava van de pir girtiyên nexweş hene. Her wiha nûçe hene ku li girtîgehan pêkanînên pir giran hene. Ji bo vê yekê hûn çi dibêjin?
Ev pêvajo di asta zindanan de bi vî tarzî dewam dike, ev yek çavkaniya xwe ji zihniyeta mîna Mehmet Uçum digire. Yek ji îfadeya herî şênber a zihniyeta ku di neçareseriyê de israr dike, di şer de israr dike, di dijmintiya Kurd de israr dike û vê polîtîkayê didomîne li zindanan e.
Li gorî qanûnên Tirk, li gorî qanûnên dewletê cezayê xwe kişandiye, 30 sal qediyane. Lê belê bi israr tevî wê yekê jî înfaza wî/ê tê şewitandin û di hundir de tê ragirtin. Nexweş e, xwedî nexweşiyên pir giran e. Kanser e, êşa dil e. Bi vî rengî xwedî gelek nexweşiyan e. Nexweşiyên kujer in. Pir bi temen jî bûye. Tevî wê yekê bi israr di hundir de tê ragirtin, înfazên wî/ê tê şewitandin.
Hiqûqeke dijmintiyê pêk tîne. Ev tişteke nehatî dîtin e. Qanûnên xwe jî pêk nayîne. Derqanûnî, derexlaqî, derhiqûqî û ne li gorî siyasetê ye jî.
Ji dervey van hemûyan hiqûqeke dermirovî û ya dijmintiyê tê meşandin. Yek ji cihên ku ev hiqûqa dijmintiyê û hiqûqa şer lê tê pêkanîn jî zindan in. Mîna ku hewl dide tolê hilgire û îradeyê bişkîne. 30 sal, 32 sal raza ye. Hemû temenê xwe daye doza azadiyê, daye azadiya vî gelî; poşmantiyê ferz dike, hewl dide îradeyê bişikîne û teslîm bigire. Tenê yek îfadeya vê heye. Ev dijmintî ye. Ev, dijmintiya li Kurdan e. Di dijmintiya Kurd de israrkirin e. Di şer de israrkirin e. Ev pêvajoyeke 2 salan e, ev gavê gav hatine avêtin. Têkildarî meşandina siyaseta demokratîk îradeyeke evqasê xurt hatiye raberkirin, têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê hatiye rawestandin; tevî vê yekê li zindanê hiqûqeke dijmintiyê û ya şer dimeşe.
Helbet ev hêrseke mezin diafirîne. Li dijî vê pêvajoyê jî, li dijî dewletê jî bêbaweriyeke pir mezin çêdike, fikaran kûr dike. Lewma pêvajo civakî nabe. Têkildarî vê mijarê li cem gelê Kurd jî fikarên cidî hene. Li rewşa Rêbertî dinêrin; ti guhertin nîne. Li zindanan dinêrin; tam hiqûqeke zilm û dijmintiyê dimeşe. Niha ev wê çawa baweriyê di civakê biafirîne?
* Operasyonên desthilatdariyê yên li hemberî şaredariyan didomin. Qeyim tên tayînkirin. Herî dawî qeyim avêtin Halk TV’ê jî. Gelek hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin, hin hesab tên astengkirin. Êrîşên li dijî rojnameyan pir zêde ne, girtin çêdibin. Weke giştî li dijî çapemeniyê û kedkarên çapemeniyê êrîşên zêde hene. Hema bêje desthilatdarî li dijî yên ne li aliyê wî, êrîşên tasfiyeyê wiha dimeşîne. Di pêvajoyeke ku demokratîkbûna komarê tê nîqaşkirin de, ev êrîş tên çi wateyê?
Pirsek xweş. Beriya vê me Kurdistan nirxand, ji bo civakîbûna pêvajoyê ev dewlet çi dike? Li zindanan polîtîkayeke zilm û dijmintiyê dimeşîne. Di rewşa heyî de di şert û mercên Rêber Apo de ti guhertin nîne. Tecrîd dewam dike. Yê înîsiyatîfa pêvajoyê girt ser xwe û ev pêvajo meşand, anî vê astê Rêber Apo ye. Hîna di şert û mercên Rêber Apo de ti guhertin nîne. Wê rojnamevan çûban cem, lê neçûn. Wê deste çûban, wê deste xebitîban; çênebû. Wê statuya wî zelal biba, nebû. Wê bi rengekî azad ev pêvajo meşandiba. Wê şêwirmend heban, akademîsyen û siyasetmedar wê çûban. Ti tiştê ku Rêbertiya me dixwest, çênebû. Li zindanan jî rewş heman…
Li Tirkiyeyê ji bo ev pêvajo civakî nebe, li eniya Tirkiyeyê li hemberî muxalefetê zext tên zêdekirin. Êrîş dibe ser çapemeniyê. Bi taybetî jî li dijî çapemeniya muxalîf pir êrîş hene. Bi dehan rojnamevan tên binçavkirin û girtin, gef lê tên xwarin. Duh meşeke pir baş kiribûn. Bawerim li 10 bajaran rojnamevan meşiyan, nerazîbûn nîşan dan. Ez silav dikim. Bi rastî jî pir bi wate ye.
Helbet divê evane hîn zêdetir pêş bikevin. Li hemberî çapemeniya muxalîf, muxalefetê û kedkaran zexteke zêde heye. Li hemberî her kesê ku vê desthilatdariyê rexne dike, zexteke zêde heye.
Ev jî nahêle pêvajo civakî bibe. Bi rastî jî êdî em wisa difikirin û her kes jî êdî wisa difikire. Ji bo ku ev pêvajo civakî nebe û civak xwedî li vê pêvajoyê dernekeve, her tiştê dike.
Niha li eniya Tirkiyeyê jî zext û zilmeke pir zêde heye. Li dijî hemû beşên muxalîfa demokratîk, lîberala muxalîf polîtîkayeke zextê ya pir zêde heye. Helbet naxwaze civak rastiyan bizane.
Sedemê ku evqas zextê li çapemeniya muxalîf jî dike, ev e. Naxwaze civak rastiyan bizane. Bi taybetî ev krîza fon kete rojevê. Çapemeniya muxalîf zêde xebitî. Niha êrîşeke berfireh hate destpêkirin. Desthilatdarî naxwaze ev pêvajo were rexnekirin û rastî bên dîtin.
Êrîşeke wisa zêde dimeşîne û encama vê çi dibe? Ev pêvajo li eniya Tirkiyeyê jî civakî nabe. Bi vî rengî vê yekê jî asteng dike û têkildarî vê yekê fikarên li hemberî dewlet û desthilatdariyê kûr dibin. Ev pêvajoyeke çawa ye? Gelo bêyî demokratîkbûnê ma ev pêvajo wê pêş bikeve? Pîvana esas a vê pêvajoyê, felsefeya wê ev e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Jixwe heta Tirkiye demokratîk nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe.
Tirkiye divê bikeve pêvajoya demokratîk. Divê ev desthilatdarî gava demokratîk bavêje. Divê di qada hiqûqî, siyasî, civakî û her qada din de demokratîkbûneke pir cidî pêk bîne.
Rewşeke berevajî heye. Hîn zêdetir otorîterbûn, hîn zêdetir polîtîkaya zext û zilmê li dijî hemû beşên muxalîf dewam dike. Hîn zêdetir jî polîtîkayên antîdemokratîkbûnê zêde dibin, kûr dibin. Ev pêvajo bi vî tarzî ne civakî dibe, ne jî pêş dikeve. Pêşketina vê pêvajoyê girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.
* DYE ji Iraqê vekişiya. Hêzên Kurd ên li Başûr, ji bo pêvajoya li pêşiya me fikarên xwe anîn ziman. Diyar kirin ku dibe pêvajoyeke mîna 2014’an biqewime. Bi rastî jî xeteriyeke wisa heye? Ev xeterî wê çawa bên tekbirin? Hêzên Kurd divê çi bikin?
DYE’yê hêzên xwe yên bejahî ji Iraqê vekişand. Ji Başûr jî vekişand. Bi qasî em dizanin pir kêm yekîneyên wan mane. Lê belê DYE ji Iraqê nevekişiya. Wisa nirxandin, zêde rast nîne. Hêzeke hegemonîk e. Li dijî Îranê jî di nava şerekî mezin de ye. Ji bo dîzaynkirina herêmê, xwedî hêzeke pir diyarker e. Û şer jî kûr dibe û didome. Hîna li herêmê jî ti dîzayn çênebûye.
Lewma DYE li herêmê ye, DYE li Iraqê ye. Xwe nevekişandiye. Bandoreke wî ya leşkerî jî heye, bandora wî ya siyasî jî heye, bandora wî ya aborî jî heye. Li cihên nêzî Îranê baregehên wî yên pir cidî jî hene. Navendên ku vî şerî dimeşînin, li herêmê hene. Lewma rast nabe ku mirov vê weke vekişîneke komple îfade bike. Ji ber ku hesab û berjewendiyên DYE’yê yên li ser herêmê dewam dikin.
DYE’yê dest ji hegemonyaya cîhanê bernedaye. Hêzeke hegemonîk. Yê li herêmê hegemon be, wê bibe hegemonê cîhanê. Ew jî rastiyek e. Lewma evane dewam dikin. Ev rastî tune nebûne.
Lê belê polîtîkayeke wiha ya DYE’yê heye. DYE hewl dide dewletên xwe yên navendî yên li herêmê xurt bike. Berjewendiyê xwe li vir dibîne. Daxuyaniyên Tom Barrack, daxuyaniyên Trump jixwe ev pir eşkere nîşan daye. Diyar dike ku dibe rojên pêş êrîş çêbibin. Pêkanînên heyî jî hinekî wisa ne. Me di polîtîkaya Sûriyeyê de dît. Tişteke heman li welatên din jî pêş dikeve. Lubnan jî, niha Iraq jî di nava heman tiştî de ye.
Helbet ev rewş li Iraqê ji bo Kurdan, bi taybetî ji bo statuya Kurdan û ji bo Kurdistana federal jî xeter e. Xurbûna dewletên navendî, ji bo statuya Kurdistanê jî xeteriyek e.
Ji bo ev xeterî hemû tune bibin, çi pêwîst e? Erê, yekîtiya demokratîk a Kurdan pêwîst e. Bi rastî jî tişta ku van xeteriyên li hemberî Kurdan tune bike, yekîtiya demokratîk a Kurdan e, yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdan e. Têkildarî vê yekê divê her çêkera rêxistina Kurd, çêkera wê ya siyasî, vê rewşê pir baş analîze bike, bibîne. Û divê fêm bike ku yekane çareya vê yekîtiya demokratîk a Kurdan e û li ser vê bingehê biguhere û gav bavêje. Ev girîng e. Li Başûr pêşketina pêvajoyeke wiha, ji bo yekîtiya demokratîk a Kurdan rola bi bandor a Başûr, weke giştî sîstema rêveberiya li Başûr, têkildarî demokratîkbûnê ye.
Têkildarî vê yekê jî eger di feraseta rêveberiyê ya Başûr de pêvajoya demokratîkbûnê pêş bikeve, ji aliyê civaka Kurd ve pirsgirêk namîne. Weke civakî zanebûneke neteweyî ya pir xurt, ruhekî yekîtiyê, hest û fikir derketiye holê. Yekîtiyeke civakî ya cidî heye. Eger têkildarî vê yekê pêvajoyeke demokratîkbûnê pêş bikeve û yekîtiya demokratîk a Kurdan pêş bikeve, dibe ev xeteriyên li ser Başûrê Kurdistanê jî têk biçin. Heta ku Başûr û Iraq demokratîk nebe, pêşiya wan xeteriyan nayê girtin. Ji bo vê jî yekîtiya demokratîk a Kurdan pêwîstiyeke pir lezgîn e.
* Trump û Barak, ragihandin ku dibe di rojên pêş de êrîşên nû li ser Îranê pêk bên. Desthilata Tehranê jî di asteke girîng de hêza xwe winda kir. Hêzên derve guherîneke çawa li Îranê pêşbînî dikin? Îran di vê pêvajoyê de dikare çawa rêya derketinê bibîne? Yan jî di vê pêvajoyê de Kurd ku aktorekî girîng in, divê çawa nêzî vê pêvajoyê bibin?
Siyaseta hêzên navneteweyî ya li ser Îranê, an teslîmgirtin an jî guhertina rejîma Îranê ye. Siyaseteke ku li ser vî esasî pêş dikeve heye. Stratejiyeke wisa li dijî Îranê tê meşandin. Di şerê heta niha de Îran jî gelekî hat westandin. Qels bû, bi rastî jî qels bû. Bê guman Emerîka jî bi taybetî bi rêya Hurmizê ket nava tevgereke wisa ya giran. Di wî wateyî de ev hêz jî ketin nava zehmetiyê, ew jî rastiyek e.
Lê belê li Îranê jî rewşeke wisa ya qelsbûn û tengavbûnê heye. Îran bi vê helwesta xwe hinekî ji bo van cure destwerdanan re jî zemîn amade dike. Mînak, heke Îran di nava xwe de demokratîk bibe, bersivê bide daxwazên gelên Îranê, daxwazên jinan, heke ji nûvevekirineke wisa ya kûr re derbas bibe li ser esasê demokratîkbûnê, bi rastî dikare van êrîşan bi hêsanî bide sekinandin. Êrîş encam nagirin. Niha dibêje, "piştgiriya gel li pişta min e". Rewşeke wisa nîne. Di nava civakê de nerazîbûnek û bertekeke mezin heye. Wateya xwe xapandinê nîne. Rastiyek li holê heye. Mînak siyaseta darvekirinê, rê vedike ku ev êrîş ji aliyê gelek baskan ve bên piştgirîkirin. Ji ber ku siyaseta darvekirinê hêrseke mezin çêdike. Hem di nava civaka Kurd de, hem di civaka Îranê de û hem jî di civaka navneteweyî de hêrs û nerazîbûneke mezin çêdike. Ev jî di asta herî jor de bi awayekî neyînî li Îranê vedigere.
Di vî warî de tişta ku bê kirin bê guman demokratîkbûn û avêtina gavên demokratîk e. Stratejiya têkoşînê ya ku rêxistinên Kurd di vî warî de pêş xistine rast e. Demokratîkbûna Îranê ku xwe dispire demokrasiya herêmî, stratejiya herî rast e. Rêxistinên Kurd li ser vî esasî têkoşînekê dimeşînin. Divê mirov vê bi hemû gelê Îranê re, bi dînamîkên civakî yên demokratîk ên li Îranê re û bi gelan re bi rê ve bibe.
* Xuyaye Tirkiye ketiye nava hewldaneke dîplomatîk a xurt. Peymana Mekkeyê îmze kir, tevlî Peymana Bedirê jî bû. Dîsa çend roj berê ragihand ku peymana ku di dema borî de bi Lîbyayê re derbarê Deryaya Spî de çêkiribû, nû kiriye. Lê belê hin dewletên wekî Îsraîl û Misirê nerazîbûnên xwe derbarê peymana bi Lîbyayê re anîn ziman. Dema mirov li van binêre, di siberojê de kîjan senaryo dikarin ji bo herêmê derkevin pêş?
Tirkiye bi qelsbûna Îranê ya li herêmê re, hewl dide valahiya ku çêbûye tijî bike. Diyar e ku DYE û NATO’yê jî di vî warî de hinekî rê li ber Tirkiyeyê vekir. Peymana Mekkeyê, Peymana Bedirê û Peymana Lîbyayê bi qismekî bi erêkirina DYE û NATO’yê çêbûn. Bêyî wan çênebûn.
Lê belê li hemberî vê jî bêguman, eniyeke wisa derdikeve holê. Ji dema borî ve ev hebû. Îsraîl, Yewanistan, Misir û Qibrîsa Başûr li hemberî van hewldanên parastinê û hevalbendiyên leşkerî yên ku Tirkiye pêş dixe, weke eniyeke derdikeve holê.
Şerekî mezin ê hegemonyayê li herêmê heye. Herêm di nava pêvajoyeke dîzaynê de ye. Tirkiye jî dixwaze di vê dîzaynê de cih bigire û ji xwe re cihekî çêbike. Di vê wateyê de bi peymana NATO’yê re ji xwe biryara tevgera tam a bi NATO’yê re jî hate girtin. Tirkiye rêbernameya xwe bi temamî radestî DYE û NATO’yê kir. Biryara vê da. Li ser esasê nûnertiya berjewendiyên DYE û NATO’yê yên li herêmê, DYA û NATO’yê jî hinekî rê li ber Tirkiyeyê li herêmê vekirin. Hemû ev peyman û hevalbendî hinekî li ser vî esasî pêş ketin. Ev bi rengekî nîşaneya wê yekê ye ku Tirkiye jî di çi rewşeke zehmet, qels û bêçare de ye.
Bi rengekî radestî NATO’yê bû, radestî Emerîkayê bû. Niha li herêmê siyaseteke ku li ser esasê berjewendiyên Emerîkayê ye, dimeşîne. Ev Peymana Mekkeyê bi piranî hinekî li dijî Îranê hat avakirin. Emerîkayê ev xwest. Tirkiye jî bê guman hewl dide ku ji vê sûd werbigire. Li herêmê bi piştrastbûna li ser van hevalbendiyan hewl dide hinekî ji xwe re cihekî çêbike di vê dîzaynê de. Dixwaze bi vî rengî cihekî bibîne. Di nava hewldaneke bi vî rengî de ye. Lê belê girtina eniya li dijî Hûsiyan, tê wateya ku Îranê jî bê guman dike hedefa xwe.
Her çend hewl didin ku di mijara pirsgirêka Kurd de siyasetek nêzîk û lihevhatî bişopînin jî, Tirkiye dixwaze di vê mijarê de bandorê li ser Îranê jî bike. Lê xuya ye ku ew ê li Yemenê û di siyaseta herêmê de bi nakokiyên cidî re rû bi rû bimînin. Ji ber ku Tirkiye bi temamî hewl dide ku hegemonya Îranê ya li herêmê bi dawî bike û bi rengekî li cihên ku Îranê vala hiştine bi cih bibe. Wekî hegemonya Îsraîlê û hegemonya Tirkiyeyê.
Di herêmê de Îsraîl û Tirkiye wekî du hêzên hegemonîk derdikevin pêş. Di salekê dawî de, em herî zêde bandora van her du hêzan dibînin. Gotin û rexneyên wan ên li hember hev jî ji vê rewşê tên. Ev hewldanên ji bo serdestiyê di herêmê de, bêguman, dê bibe sedem ku Tirkiye bi Îranê re jî pirsgirêkên cidî bijî.
Ev rastî eşekreye. Tevî ku di mijara pirsgirêka Kurd de hewl didin di nava rewşeke lihevhatî de bin jî, ew ê di hegemonya herêmê û polîtîkaya herêmê de pirsgirêkan bijîn. Ji ber ku Tirkiye di vê mijarê de polîtîkayeke dijminane li dijî Îranê dimeşîne. Weke min got bi rastî jî radestî NATO û Emerîkayê bûye. Di wê mijarê de polîtîkayeke wisa jî dimeşîne. Hewl dide ku bandora Îranê ya li herêmê bi temamî bi dawî bike û xwe bi cih bike.
Di nava hewldaneke bi vî rengî de ye. Ev hewldanên Tirkiyeyê yên bi vî rengî hemû yên bi hêza hegemonîk a herêmê re... Tirkiye bi rastî nikare bi vî awayî berjewendiyên xwe li herêmê jî temsîl bike. Nikare ewlehiya xwe bi vî rengî misoger bike.
Meseleyên pir kûr li Tirkiyeyê hene. Yek ji van meseleya Kurd e, yek jî pirsgirêka Elewiyan e. Gelek pirsgirêkên mîna civakî û yên jinan hene. Lê di esasê de meseleya herî mezin pirsgirêka Kurd û Elewiyan e. Pirsgirêkeke pir kûr, pir giran û bingehîn e. Tirkiye heta ku van her du pirsgirêkên bingehîn çareser neke, li ser esasê demokratîk, nikare hebûn û siberoja xwe misoger bike. Nikare li herêmê bihêz jî bibe.
Nikare bibe hêzeke wisa ya mayinde. Bi awayekî demkî bi pêşxistina van cure hevalbendiyên leşkerî û hevalbendiyên parastinê xwe misoger kiriye, hewl dide ku hebûna xwe ewle bike, li herêmê jî wekî ku daxwazên wê pir in dixwaze xwe bike hêzeke hegemonîk. Lê belê heke Tirkiye pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser neke, vê pirsgirêka bingehîn û pirsgirêka dîrokî, pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan çareser neke, hebûna Tirkiyeyê nayê misogerkirin.
Tirkiye bi vê dîzaynê û bi van destwerdanan re bi hezar û yek awayî li nava welat û derveyî welat re rû bi rû dimîne. Ji ber vê yekê girîng e. Sedema ku Tirkiye vê pêvajoyê ewqas cemidandiye û aniye asta cemidandina, ev geşedanên li herêmê ne.
Bi rêbazên cuda li gorî xwe hewl dide vî karî çareser bike. Nikare çareser bike. Ev pirsgirêkên pir kûr in û Tirkiye nêzî 50 salî zêdetir e şerekî navxweyî dijî. Tirkiye heke vê pirsgirêkê li ser esasê demokratîk çareser neke, êdî ev şerê navxweyî kûr dibe û Tirkiyeyê diavêje cihekî pir cuda. Ji ber wê yekê divê xwe nexapîne. Ez vê girîng dibînim. Tirkiye tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd û ya Elewiyan, bi demokratîkbûnê û bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re dikare ji vê bahozê bi selamet derkeve.
* Weke pirsa dawî, tevgereke civakî li Fransayê ku ji aliyê ciwanên lîseyî ve hatiye destpêkirin û her diçe belav dibe, heye. Berê jî li Fransayê çalakiyên bi vî rengî yên demkî çêbibûn. Li gorî we sedema avabûna tevgerek bi vî rengî ya li navenda modernîteya kapîtalîst, çi ye?
Sîstema modernîteya kapîtalîst bi rastî ev sed sal in, bi taybetî ev 50 sal in ku di nava krîzeke sîstematîk de ye. Di nava tengezariyê de ye. Ev her diçe kûrtir bû. Niha ew serhildana civakî êdî veguherî teqînê. Niha li her derê bi taybetî li Fransa û Îtalyayê li seranserê Ewropayê belav bûye û tenê bi pêşengiya xwendekaran destpê kir lê niha bi civakî bûye. Serhildaneke civakî bi rastî li her derê heye. Kolan dişewitin. Ev jî ew qonax e ku krîza modernîteya kapîtalîst gihîştiyê.
Ev pergala îstîsmarê û mêtingeriyê qat bi qat, di civakê de dabeşbûneke mezin afirand. Hemû çavkaniyên aborî û yên civakê ji bo çekan, şer, bi navê parastin û ewlehiyê û her wiha ji bo dewlemendan tên bikaranîn. Dewlemend zêdetir dewlemend dibin. Lê beşên din ên civakê di nav xizaniyeke kûr de tên hiştin.
Niha sedema bingehîn a van serhildanan li Ewropayê ev e. Gel mafên xwe yên civakî dixwaze. Mînak, çavkaniyên civakê bi tevahî ji bo çekan û şer tên xerc kirin. Ev çavkanî di heman demê de diçe destê burjuwaziyê, bi taybetî jî qata bilind a dewlemendan. Di navbera feqîr û dewlemendan de valahiyeke kûr çêbûye. Ev krîza kûr a modernîteya kapîtalîst e. Ev jî nîşana wê ye ku pergala mêtingeriyê gihîştiye çi astê.
* Niha Tirkiye jî dixwaze ji vê rewşê sûdê werbigire. Dibêje: ‘Gelo demokrasiya wan welatan li ku ye? Em dibînin ku gelê wan di çi rewşê de ye.’ Bi vî awayî, Tirkiye hewl dide ku vê rewşê ji bo xwe wekî avantajekê nîşan bide.
Rewşa Tirkiyeyê ji dewletên Ewropayê xirabtir e. Tirkiye bi dijmintiya li hemberî Kurdan, bi pirsgirêka Kurd bi salane xwe wisa li ser piyan digire. Wisa civakî milîtarîze dike, nîjadperestiyê pêş dixe û bi vî rengî ev desthilatdarî xwe li ser piyan digirin. Lewma pirsgirêka Kurd jî bêçareserî dihêle. Sermayeya desthilatdariyê, sermayeyeke bingehîn e. Bûye qanûna domandina desthilatdariyê.
Li Ewropayê niha pirsgirêkek wiha nîne. Lewma civak wisa dike. Yan jixwe li Tirkiyeyê jî mêtingeriya kedê, jinê, civakê û qirkirin zêde ye. Cara din polîsekî teqawidbûyî di çalakiyên protestoyê de xwe kuşt. Ev qasê xwekujî hene. Li her derê wisa mêtingeriya kedê, xizanî, birçîtî. Pir zêde ye. Niha li Tirkiyeyê ev çavkanî diçin şer û çekan. Lewma civak di nava birçîtiyê de ye û civak ji her cure maf û azadiyê bêpar e.
Niha weke krîzeke sîstemê, Tirkiye jî parçeyekî vê sîstemê ye. Weke krîzeke sîstemê derdikeve holê. Ez bawerim ev wê bandorê li hemû cîhanê bike. Ev wê bi Ewropayê re sînordar nemîne, bandorê li tevahî cîhanê bike. Ji ber ku ev krîzeke sîstema modernîteya kapîtalîst e. Krîza sîstema dewletê ye. Teqîna civakî ye ku çavkaniya xwe ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn digire. Rewşeke înfîalê ye.
Evane wê li wir jî sînordar nemînin. Berê jixwe li Rojhilata Navîn destpê kir. Niha her diçe li her derê belav dibe û bi rastî jî êdî sîstem ber bi jêr ve diçe. Êdî civak vê sîstema mêtingerî û zilmê qebûl nake.
Li her derê ev liv û tevger pir zêde ye û jixwe ciwan pêşengiyê dikin. Ev girîng e. Niha qelebalixiyên pir mezin li ser piyan e. Helbet divê li her derên din jî rêxistinkirî bin. Hingî ku bername û stratejiyeke vê hebe, wê li dijî modernîteya kapîtalîst alternatîfek hebe. Lewma bernameya têkoşînê girîng e, stratejî girîng e. Hêza rêxistinkirî û bernameya wê, stratejiya wê, stratejiya têkoşînê pir girîng e. Eger ev tevgera gel a civakî vê jî bi ser bixe, wê li dijî sîstemê alternatîfek çêbibe. Evane girîng in.
Jixwe netewa demokratîk, projeya sîstema konfederal a ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatî pêşxistin, ji bo hemû cîhanê derman e, alternatîf e. Li dijî modernîteya kapîtalîst, alternatîfa modernîteya demokratîk… Bi rastî jî projeyeke çareseriyê ye ku bersiva hemû pêdiviyên civakê û gelan, bersiva pêdiviyên jinan dide.







