KOMAW’ê, li dijî polîtîkaya darvekirinê ya Îranê banga tevlîbûna meşa li Darmstadtê kir

  • 15:06 26 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi daxuyaniyekî polîtîkayên qirkirin û darvekirinê yên dewleta Îranê şermezar kir û li dijî vê hovîtiyê banga tevlîbûna meşa li bajarê Darmstadtê ku dê di 28’ê Cotmehê de bê lidar xistin, kir.
 
Li dijî polîtîkayên qirkirin û darvekirinê yên dewleta Îranê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
KOMAW’ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê û darvekirinê yên ku ji aliyê dewleta Îranê ve li dijî gelê Kurd tên meşandin. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku rejîma Îranê kevneşopiya xwe ya qirkirinê û darvekirinê ji dema Qazî Mihemed û hevrêyên wî ve heta roja îro didomîne.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Dagirkerên Kurdistanê tim û tim xwestine ku gelê Kurd bi tirs û qetlîaman ji nasname û kesayeta wan a kurdewar dûr bixin. Wekî hemû dagirkeran, dewleta Îranê jî ji roja ewil ve qirkerê herî hov e. Li gel Qazî Mihemed û hevrêyên wî, bêhesab Kurd darve kirine û kevneşopiya xwe ya darvekirinê bi awayê herî hovane didomîne. Kîjan rejîm li ser desthilatdariyê be, dema ku mijar dibe Kurd û Kurdistan, rûyê wan ê nijadperest derdikeve holê. Em wekî KOMAW’ê vê helwesta Îranê lanet û şermezar dikin. Em ê tu carî li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin û li her qadê li dijî vê polîtîkaya qirker bisekinin."
 
KOMAW’ê, diyar kir ku ew ê vê yekê tenê di asta gotinan de nehêlin; ew ê li her derê bikevin nava tevgereke çalak û ji bo saziyên navneteweyî jî bang kir ku li hemberî vê polîtîkaya qirker helwesteke bi bandor nîşan bidin û li gorî qanûnên navneteweyî tevbigerin.
 
KOMAW’ê di dawiya daxuyaniyê de, ji bo şermezarkirin polîtîkayên Îranê bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku ji bo bilindkirina dengê azadiyê û nîşandana helwesta li dijî Îranê, tevlî meşa li Luisenplatz a Darmstadtê bibin.
 
Bernameya çalakiyê bi vî rengî ye:
 
Meş-Mitîng
 
Dîrok: 28.10.2026
 
Saet 14:30 (Mîtîng) / 16:30 (Destpêka Meşê)
 
Navnîşan: Luisenplatz, Darmstadt (Elmanya)