Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê komxebata 'Budçeya Aştiyê'
- 16:23 26 Cotmeh 2026
- Rojane
STENBOL - Di komxebata bi dirûşma "Em ji bo Wekhevî, Azadî û Aştiyê Budçeyekê Dixwazin" a ji aliyê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ve li Stenbolê hate lidarxistin de, li ser keda jinan, xizanî, gihîştina xizmetên giştî, têkoşîna li dijî şîdeta mêran û budçeya aştiyê nîqaş hatin kirin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 25'ê Cotmehê de li Otêla Taksim Hill a Stenbolê bi dirûşmeya "Em ji bo Wekhevî, Azadî û Aştiyê Budçeyekê Dixwazin" Komxebata ku beriya nîqaşên budçeyê ya di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de hat lidarxistin, mijarên wekî keda jinan, kûrbûna xizaniyê, gihîştina xizmetên giştî, têkoşîna li dijî şîdeta mêran û budçeyek aştiyê nîqaş kir. Beşdar Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu, Parlamenter Adalet Kaya û Ozgul Saki, endamên koordînasyonê, akademîsyen, nûnerên sendîka û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan û femînîst bûn.
Komxebat bi pêşkêşiyek bi sernavê "Amadekirina budçeyê, edaleta bacê, dabeşkirina çavkaniyan û budceya li gor hesasiyeta zayendê" dest pê kir.
Daxwazên budçeyê yên hevbeş hatin nîqaşkirin
Piştî rûniştinan, beşdaran pêşniyar û daxwazên budçeyê yên pêşîn ên ku di komxebatê de hatine pêşkêşkirin nirxandin da ku wan bikin hevpar. Komxebat piştî amadekirina belgeyeke dawî ku maf û daxwazên jinan ên di derbarê budçeyê de destnîşan dike û bi nirxandineke dawî bi dawî bû.







