Heyeta Şengalê li Parlamentoya Ewropayê hevdîtin kir

  • 15:26 23 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Şengalê bi rayedarên Parlamenta Ewropayê re li Strasbourgê li ser statuya qanûnî ya Êzidiyan, rewşa ewlekariyê ya li herêmê û rizgarkirina dîlgirtiyên di destê DAÎŞ'ê de hevdîtin kir.
 
Heyeta Şengalê ya dîplomatîk ku ji Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên, endama Komîteya Jineolojiyê Sara Şengalî û siyasetmedar Feleknas Ûca pek dihat, serdana Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê kir.
 
Heyeta Şengalê li ser rewşa Êzidiyan, gefên li ser herêmê hin danûstandin kir û bi nûnerên partî, kom û fraksiyonên cuda yên li Parlamenta Ewropayê re rûnişt.
 
Heyeta Şengalê ji Partiya Çep parlamenterê ji Swêdê Jonas Sjöstedt, parlamenterê Awûstûryayî Andreas Schieder, wekîla ji Galîçyayê Ana Miranda Paz, parlamentera Elman Katrin Langensiepen, Martin Schirdewan û Özlem Alev Demirel re hevdîtin kir.