Nivîskara Kurd Nesrîn Tilo jiyana xwe ji dest da
- 21:41 26 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Nesrîn Tilo îro li Norvecê jiyana xwe ji dest da. Nesrîn Tilo ku bi salan di warê perwerde û wêjeyê de xebitî, bi berhemên xwe yên helbest û çîrokên kurt ên wekî "Rotoskop"ê şopek kûr di jiyana çandî de hişt.
Nivîskara Kurd Nesrîn Tilo li Norveçê jiyana xwe ji dest da. Nesrîn Tilo li bajarê Qamişlo, di malbateke welatparêz a navdar a Kurd de ji dayîk bû û mezin bû. Piştî ku xwendina xwe li Qamişlo temam kir, ew çû Zanîngeha Şamê. Li Fakulteya Wêjeyê Beşa Erdnîgariyê xwend û di sala 1979’an de mezûn bû. Di vê heyamê de, ew zewicî û du keçên wê yên bi navê Jîn û Maya çêbûn.
Di sala 1977’an de, bi fermî dest bi karê perwerdehiya seretayî kir û bi salan wekî perwerdekar xebitî. Li gel vê yekê, ew bi nivîsandin û çalakiyên çandî re mijûl bû. Her wiha şevên wêjeyî organîze dikir û berhemên bi zimanê Kurdî dinivîsand. Wê girîngiyek mezin dida teşwîqkirina keçên Kurd ji bo berdewamiya perwerdehiya xwe.
Zextên siyasî
Di dema karê xwe yê mamostetiyê de, di sala 1979’an de, ji ber sedemên siyasî, ew bi neçarî ji bo Daîreya Ewlekariya Civakî hate veguhastin. Di sala 1980’an de vegeriya mamostetiyê û li dibistanên navîn ên bajêr ders da. Di tevahiya jiyana xwe ya kar de, ew bi zext û lêpirsînên ewlehiyê yên dubare re rû bi rû ma. Ji ber vê yekê, di sala 2008’an de ew ji bo bajarên cûda yên herêma Cizîrê hate şandin. Di heman demê de, ew ji bo Şaxa Ewlekariya Siyasî li Hesekê hate gazîkirin û lêpirsîn lê hate vekirin.
Nesrîn Tilo 30 salî mamostetî kir û di dema krîza Sûriyeyê de,bi malbata xwe re koçî Norvecê kir. Li wir, xebata xwe ya wêje û çalakiyên çandî domand, qelema xwe ji bo pirsgirêkên mirovî, bîr û hebûna welat bikaranî.
Berhemên edebî û koça dawî
Di tevahiya jiyana xwe ya edebî de, gelek helbest û nivîsên kurt nivîsand. Di nav berhemên wê yên çapkirî de, yek ji yên herî berbiçav berhevoka wê ya çîrokên kurt "Rotoskop" bû, ku kûrahiya rastiya civakî û mirovî vedikole.
Nesrîn Tilo di salên dawî de bi giranî nexweş ket û di nexweşxaneyê de dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da.







