Ji bo mafê nefeqeyê meş: Em dest jê bernadin

  • 19:28 26 Îlon 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Piştevaniya Mor a Îzmîrê li dijî sererastkirinên tê plankirin der barê mafê nefeqeyê de bê kirin meşek pêk anî. Jinan di meşê de wiha gotin: “Nefeqe mafekî bi têkoşînê jinê hatiye bidestxistinê ye.”
 
Şaxa Piştevaniya Mor a Îzmîrê piştî daxuyaniya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ya der barê sererastkirina mafê nefqeyê de, ji ber rawestgeha ÎZBAN a Karşiyakayê meş pêk anî.
 
Pankarta ‘Em dest ji mafên xwe bernadin’ hat vekirin û li ser navê girseyê Sîbel Orkmez daxuyanî xwend.
 
‘Nefeqe yek ji ewelehiyên aboriye’
 
Sîbel Orkmez da zanîn ku desthilatdarî û derdorên dijminê jinê demek dirêje mafê nefeqeyê nîqaş dikin û wiha got: “Piştî destberdanê hewl didin xizaniya ku jin dijîn veşêrin û jinan hedef nîşan didin. Lê rastî aşkeraye. Li Tirkiyeyê jin bi heqdestên kêm tên xebitandin, mahkumê şertên bêewle yên xebatê tên kirin û ji derveyê qada îstîhdamê tê hiştin. Ji sedî 26, îstîhdama jinê heye û ya mêran ji sedî 59.8 e.  Li dijî vê newekheviyê mafê jinan yê nefqeyê jî tê xespkirin. Mafê nefeqeyê yek ji elwehiyên aboriye ku jin bikarin jib o jiyan axwe serî lê bibin.”
 
Sîbel Orkmez di berdewamiyê de anî ziman ku ya tê hedef girtin ne tenê mafê nefeqeyê ye û wiha bi lêv kir: “Bi hincetên wekê ‘sererastkirina hiqûqa malbatê ya ji nûve’  nîqaşa nefeqeyê anîne rojevê.  Êrîşên li dijî mafê nefeteyê  pêşî li tundiyê vedike. Ya hedef tê girtin ne tenê mafê nefeqeyê ye. Ev destberdana jinan zehemt dike. Jinan mahkumê tundiya nav malê dike. Nefe mafekî bi têkoşîna jinê hatiye bidestxistinê ye. Nefeqeya xizaniyê ne qenciyeke ku ji aliyê mêran ve tê kirinê ye. Em ê bi hêza ku ji hev digirin têkoşîna xwe bidomînin û mafên xwe biparêzin."