Xwîna sewalan a li ser bincilkê Rojînê ji ku derê hatiye?

  • 09:07 26 Îlon 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Dayika Rojîn Kabaîş, Aygul Kabaîş wiha got: “Xwediyê mala ku Rojîn birinê dibêje ‘Ez kezebê çêdikim, mala min vala ye min kezeb dibir û dianî’. Ji bo xwîna li ser bincilkê Rojînê ewil gotin xwîna jinê ye lê piştre gotin xwîna sewalane. Xwîna li ser Rojînê dibe ku xwîna kezeba li malê be.”
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû û di 15’ê Cotmehê de cenazeya wê hat dîtin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve der barê mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de lêpirsîn hat destpêkirin û lêpirsîn iddome.
 
Dayika Rojîn Kabaîş Aygul Kabaîş, ji bo gumanbar bên dîtin bang kir.
 
‘Hevala wê ya odeyê çi dizane bila bêje’
 
Aygul Kabaîş da zanîn ku ev du sal in ji bo wan pir zehmet derbas bûye û wek malbat êşek mezin kişandine û got: “Bila xwedê mafê me ji wan re nehêle. Ev du sale em li wêne û vîdeoyên Rojînê dinêrin. Bila kujer bên dîtin. Em ji hevala wê ya odeyê jî ne razîne. Di mala ku derketiye holê de sînyala telefona Rojînê, hevala wê ya odeyê û du kesên din dertê holê. Hevala wê ya odeyê tevî ku wê şevê neçûye yurdê di îfadeyê de dibêje çûye yurdê. Bila hevala wê ya odeyê derkeve holê û çi dizane bila vebêje. Em nabêjin wê kuştiye çi zane bila wê bêje. Me keça xwe şand dibistanê lê hat qetilkirin. Her tişt diyare lê dernaxin holê. Heta kujer bê dîtin em ê têbikoşin.
 
 
‘Telefon li welatên din çima derneket holê’
 
Aygul Kabaîş daxuyakirin ku hewl didin ku bi întîxarê serê dosyayê bê girtin û wiha vegot: “Di encama têkoşîna me de dosya nehat girtin. Hewl dan bêjin întîxare û serê bûyerê bigirin. Mirov zarokên xwe nas dikin. Rojîn ne keseke ku întîxar bike bû. Dibistan, yurd berpirse. Em der barê wan de gilî dikin. Bila dewlet kujerên jinan ceza bike. Em edaletê dixwazin. Telefona Rojînê ji bo vekirinê şandin Çînê, Ispanyayê niha jî şandine Mersînê. Telefon li Mersînê vedibe lê li welatên din venebû.”
 
Xwîna sewalan ji derbas bû?
 
Aygul Kabaîş balkişadn ser xwîna li ser Rojînê hatiye testpîtkirin û got ev xwîn dibe ku li mala ku Rojîn birinê derbas bibe û wiha vegot: “Xwediyê mala ku Rojîn birinê dibêje ‘Ez kezebê çêdikim ew mala min vala ye min kezeb dibir û dianî.’ Ji bo xwîna li ser bincilkê Rojînê ewil gotin xwîna jinê ye lê piştre gotin xwîna sewalane. Xwîna li ser Rojînê dibe ku xwîna kezeba li malê be. Xwediyê malê jî berpirse. Xwediyê malê ji kesên ku mala xwe pê re parve kiriye gilî dike. Em jî gilî dikin. Telefona hevala Rojînê çima li wê malê sînyalê dide. Keyayê gundê Bardakçi, xwediyê malê jî di vê bûyerê de ne. Dizanin lê naxivin.”