Li Peyasê xeta piştevaniya jinan li taxan belav dibe

  • 09:03 26 Îlon 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Şaredariya Peyasê ku ligel mekanîzmayên piştgiriya li dijî tundiya li ser jinê, piştevaniyê jî esas digire û qadên jiyan, bîr û hilberîna jinê jî xurt dike. Ji meha Tîrmehê heta niha bi xebata komuna piştevaniyê li taxan torên ku jin xwe bigihînin hev ava dike.
 
Şaredariya Peyasê ku texrîbatên di dema qeyûm de çareser dike, bi taybet bi xebatên der barê jin û zarokan de xwe digihînin zêdetir kesî. Şaredairya ku hedef dike ji pirsgirêkên jinan re çareseriyê bibîne û jinan xurt bike, xebatên xwe yên piştevanî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan didomîne. Berpirsa Yekîneya Têkoşîna Li dijî Tundiyê ya Midûriyeta Jinan a Şaredariya Peyasê Ebru Demîr der barê xebatan de axivî.
 
‘Li Peyasê ji bo jinan qada afirandina polîtîkayê’
 
Ebru Demîr got li gund û taxan xebatên der barê tundî, zayenda civakî û mafê jinan de didin û got: “Em wek midûriyet bi sê yekîneyan xebatan dimeşînin. Yek Yekîneya Perwerde û Pêşxistina Projeyê ye. Ev yekîne li taxan û gundan xebatên perwerdeyê rêxistin dike û faliyetan dimeşîne. Bi giranî perwerdehiyên der barê azadiya zayenda civakî, tundiyê, maf û rewşên karasetê de perwerdehiyan didin. Girêdayê vê yekîneyê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan yek ji projeya me ya girîng e. Hedefa me ya di Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Peyasê de ev e ku li herêmê der barê qada jinan de kirina lêkolînan û pêkanîna atolyeyan e.”
 
‘Pirtûkxaneya ku gotin û bîra jinan mezin dike’
 
Ebru Demîr bi lêv kir ku bi hevkariya şaredariya Peyas û BATOÇA re Pirtûkxaneya Aştiyê ya Taybet Înan hatiye vekirin û ji zêdetirî 450 pirtûkî xizmetê dide û wiha dirêjî dayê: “Di demek kurt de me bi komeleyek bi navê BATOÇA re hevkarî kir û kampanya meşand. Me pirtûkxaneya Aştiyê ya Taybet Înan bi hev re ava kir. 450 pirtûk hatin bexşkirin. Bi vê pirtûkxaneyê hedefa me mezinkirina gotin û bîra jinan e.”
 
‘Li Peyasê qadên ewle û piştevaniyê ji bo jinan tê mezinkirin’
 
Ebru Demîr balkişand ser atolyeyên pêk tînin û got: “Em bi atolyeyan piştgiriyê didin piştevanî û xurtbûna jinan. Sala borî piştî xebatên gundan şûnde îsal me Yekemîn hevdîtina Peyasê pêk anî. Em bi 17 midûriyetên cuda yên gund û taxan hatin gel hev û me xebat meşand. Em bi 508 jinî re hatin gel hev û me atolye pêk anî. Armanca me xurtkirina gundan bûn, mezinkirina piştevaniyê bû. Armanca me li Peyasê qadên bi ewle û piştevaniyê ji bo jinan bên mezinkirinê ye.”
 
Jin bi hilberîna komunal aboriyê mezin dikin
 
Ebru Demîr wiha berdewam kir: “Şaredariya Peyasê li 500 Evler, Huzurevleri û Sûka Keda Jinan bi xebatên xwe jin kirin xwedî pîşe û bi qursên hatin kirin jî jin anîn gel hev û piştevanî ava kir. Yekîneya aboriyê jî xwe ji ser navendên jiyanê ya jinan rêxistin dike. Li navendên me bi jinan re tên gel hev û xebatên qursê û pîşeyî tên meşandin. Bi saya van xebatan jin ji malên xwe derdikevin û bi hev re dikevin nava piştevaniyê. Jin bi hilberîna komunal aboriyê mezin dikin. Di qadên hunera destan, tekstîl û bîstanên jinan de bi hev re dahatuyê parve dikin.”
 
Di 8 mehan de ji bo 93 jinî re piştevanî hat kirin
 
Ebru Demîr her wiha balkişand ser xebatên Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiyê û da zanîn ku di navbera meha Çile-Tebaxê de dosyayên 93 jinên ji ber tundiyê serlêdan kirine hatiye şopandin û ji bo van jinan piştgirî hatiye dayîn, bi jinan re meşiyane û mekanîzmayên piştgiriyê xurt kirine. Ebru Demîr di berdewamiyê de anî ziman ku bi baroyan re protokol hatiye îmzekirin û ji bo jinên ku rewşa wan ya aborî ne baş e piştgiriya parêzer hatiye dayîn.
 
‘Piştevanî mezin dibe’
 
Ebru Demîr di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî tundiya li ser jinan  hedef dikin ku li taxan torên piştevaniyê xurt bikin û wiha dawî lê anî: “Em wek yekîne hewl didin bi hev re bersivê bidin hewcedariyên jinan û em li ser mekanîzmayên ku polîtîka hevpar diafirîne disekinin. Piştevanî ji bo me girîng e. Piştevaniya jinekê digihêje jineke din.”