Li Edeneyê tundiya mêr
- 19:05 12 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Edeneyê mêrê bi navê D.G hewl da jina bi navê C.K qetil bike.
Li Edeneyê mêrê gumanbar D.G (43) hewl da K.C (38) bi alava birînê qetil bike. Piştî ku kesên derdorê agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê. Khatîce CAmî ya bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Hat hînbû ku xetereya jiyana Khatîce Camî didome.
Der barê girtina gumanbar D.G ku ji cihê bûyerê reviya, xebat hatin destpêkirin.







