Li Agiriyê ji bo zarokan sînema

  • 21:25 9 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AGIRÎ – Li Qada Bajar a Şakiro ji bo zarokan bernameya sînemayê pêk hat.
 
Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn ya girêdayê Midûriyeta Polîtîkayên Jin û Malbatê ya Şaredariya Agiriyê li Qada Bjar a Şakîro ji bo zarokan bernameya sînemayê pêk anî. Zarokan eleqeyek mezin nîşan da. Hevşaredar Hazal Aras, endamên meclîsa şaredariyê û gelek zarok û malbat tevli bûn.
 
Bername piştî nîşandana fîlm bi xwarinên ku li zarokan hatin belavkirin bidawî bû.