Rojnameger Nesrîn Teke dê bê bibîranîn
- 16:08 7 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - MKG wê rojnameger Nesrîn Teke li ser gora wê bi bîr bîne.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê di 26'emîn salvegera Nesrîn Teke, ya nûnertiya Kovara Ozgur Halk a li Amedê kiribû, li ser gora wê bi bîr bîne. Bîranîn dê di 9'ê Tîrmehê de saet di 11:00'an de li ser gora Nesrin Teke ya li Goristana Deriyê Mêrdînê pêk were.
MKG'ê li ser hesabê xwe yê X'ê wiha got:"Em ê Nesrîn Teke ya nûnertiya Kovara Ozgur Halkê ya Amedê dikir û di çalakiyên "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" de dawî li jiyana xwe anî, di 26'emîn salvegera wê de li ser Gora Deriyê Mêrdînê ya Amedê bi bîr bînin."







