TJA'yê bertek nîşanî cezayê li Ayşe Gokkan hat birîn da
- 14:57 20 Hezîran 2026
- Rojane
WAN - Di daxuyaniyeka ku derbarê Ayşe Gokkan de ji aliyê TJA'yê hat dayîn de wiha hat gotin: "Bibiryarbûna Ayşe Gökkan ku wê di dadgehê de wek nîşanek rûmetê hilgirt, xeta têkoşîna me ye. Em jî bi heman baweriyê têkoşîna xwe ya azadiya jinan di her warî de diparêzin, bilind dikin û berfireh dikin."
Li Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî cezayê 19 sal û 6 meh ê girtîgehê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê ve li berdevka berê ya TJA Ayşe Gökkan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, daxuyanî da.Daxuyaniya ku li qada bajêr hat dayîn, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên jinan, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û gelek kes tevli bûn. Di daxuyaniya hat dayîn de Pankarta bi nivîsa "Ayşe Gökkan îradeya me ye, nayê darizandin" hate vekirin.
Daxuyanî ji aliyê çalakvana TJA Eylem Oklu ve hate xwendin.
'Ez bi TJA'yê serbilind im'
Eylem Oklu, diyar kir ku cezayê 19 sal û 6 meh ê girtîgehê yê ku ji Ayşe Gokkan re hatiye dayîn ne tenê êrîşek li ser kesekê ye, di heman demê de êrîşek neqanûnî ye li ser îradeya jinan, berxwedana rêxistinkirî û israra jiyana azad e. Eylem Oklu wiha dewam kir, "Em vê biryarê wekî destwerdanek li dijî têkoşîna me ya azadiya jinan dibînin û em qebûl nakin. Ev cezayê ku ji Ayşe Gokkan re hatiye dayîn derbeyek li kombûna dîrokî ya tevgera me ya jinan e ku bi salan bi fedakarîyan ava bûye. Çalakiyên ku bingeha darizandina Ayşe Gikkan ji parastina mafên jinan, rêvebirina çalakiyên aştiyane, bilindkirina dengê li dijî pergala serdest a mêran û avakirina hevgirtina jinan pêk tê. Ayşe Gökkan ku zêdetirî şeş salan di şert û mercên girtîgehê de girtî ye, ji beşdarbûna mafê merasîma cenazeyê dayika xwe jî mahrûm hatiye hiştin û mafên wê yên mirovî hatine paşguhkirin, tevî vê dorpêçê, israra xwe ya bêdawî ya li ser têkoşîna azadiyê di salona dadgehê de bi van gotinan aniye ziman: 'Tu sûc tune ye. Li Afganistanê jin di malên xwe de asê mane û li Tirkiyeyê jî zarokên 6 salî di xanî û wargehên olî bi destdirêjiyê re rûbirû ne. Min li dijî vê zîhniyeta DAIŞ'ê têkoşîn da. Ez ji bo azadiya jin û zarokan têkoşînê didim. Ya ji bo min herî girîng wijdanê gel e. Ez bi TJA'yê serbilind im'."
‘Têkoşîna rizgariya jinan nayê astengkirin’
Eylem Oktu tekez kir ku tiştê ku di şexsê Ayşe Gökkan de tê meşandin îradeya jinan û dengê gerdûnî yê felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ye û wiha got: "Avakirina civakek demokratîk tenê bi rizgariya tevahî ya jinan mimkun e. Ji ber vê yekê, îro eksena sereke ya hemû nîqaşên pêvajoya demokratîk têkoşîna jinan e. Mekanîzmayên darazê yên pergalê ku jinan di malê de dorpêç dike, îstismara zarokan rewa dike û serdestiya mêran pîroz dike. Ne girtîgeh, ne biryarên neqanûnî yên li dadgehê, ne jî polîtîkayên zextê dê têrê nekin ku meşa jinan a ber bi azadiyê ve rawestînin. Bi biryarbûna Ayşe Gökkan a 'serê xwe bilind digire', ku wê wekî nîşanek rûmetê li dadgehê hilgirtin, di heman demê de xeta têkoşîna me ye; em bi heman baweriyê têkoşîna xwe ya azadiya jinan di her warî de diparêzin, bilind dikin û berfireh dikin. Bi vê boneyê, em bang li hemî raya giştî ya demokratîk, rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan û her kesê ku xwedî... wijdan li dijî vê tacîza dadwerî û bêqanûniyê dengê xwe bilind bikin; hevgirtina xwe bi Ayşe Gökkan re nîşan didin û tevlî têkoşîna me ya hevpar bibin. Em banga xurtkirina bingehê dikin. Em di şexsê Ayşe GOkkan de hemû jinên ku serî natewînin silav dikin; em careke din diyar dikin ku têkoşîna azadiya jinan nayê darizandin û rêça dîrokê bi berxwedana jinan dê biguhere."
Daxuyanî bi dirûşma bi dawî bû.








