Çîsel Demîrkan: Ev ne êrîşa li ser nefeqeyê ye li dijî mafê jinan e
- 09:04 7 Hezîran 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Parêzer Çîsel Demîrkan da zanîn ku piranî jin bi çend hezar TL. nefeqeya ku nabînin, mirov bi vê nikarin roja xwe îdame bikin û got hîna ku ‘nefeqeya bêdem’ tuneye li şûna ku DDB’ê vê biryarê bide divê polîtîkayên ku jinan xurt dike bike jiyanê.
Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) sererastkirina nefeqeya bêdem ya ji bo aliyê kesên ku xizan nebe hatibû hukumkirin, bi pir dengî betal kir. Di asta destberdanê de ji aliyê ku zêdetir dikeve xizaniyê jinin, di bi navê ‘bêdem’ de nefeqe hatibû hukumkirin lê tevî vê ev maf hat xespkirin. Li dijî vê jin daketin kolanan û bertek nîşanê biryarê dan.
Sekretera Komeleya Ewil Jin û Zarok Çîsel Demîrkan der barê mijarê de axivî.
‘Di Qanûnê de nefeqeya bêdem tuneye’
Çîsel Demîrkan da zanîn ku nefeqeya xizaniyê qanûneke der barê kesên dest ji hev berdidin û aliyek ji bo nekeve rewşa zehmet a di alî aborî de hatiye avakirinê ye. Çîsel Demîrkan wiha got: “Bêguman di qanûnê de têgehek ‘nefeqeya bêdem’ tuneye. Kanûn dibêje aliyê qusurê wê kêm û jiya xwe îdiame bike ev seranserê jiyanê divê bê dayîn. Em dikarin vê bi mînakan bêjin; ger bikeve karekî nû, zewacek nû bike, ev nefeqe bixwe dikeve.”
‘Bi pêvajoya li hember Peymana Stenbolê re wek hev e’
Çîsel Demîrkan got nefeqeya bêdem ku di hiqûqê de tuneye, DDB di bin vê têgehê de biryarek wisa digire û got: “Em Peymana Stenbolê jî bînin bîra xwe. Tevî ku sererastkirinek pir zelal hebû, bi awayekî dijhiqûqî Peyman hat feshkirin. Tevî hemû serlêdanan nehat qebûlkirin. Ev pêvajoya niha dişibe ya li hember Peymana Stenbolê. Li hember mafê jinan êrîşek mijara gotinê ye.”
‘Di 17 salan de tundî xizanî û qetilkirin zêde bûn’
Çîsel Demîrkan da zanîn ku ji 2009’an de DDB’ê biryar da ku ji bo aliyê xizan dikeve nefeqe bêdayîn û piştî 17 salan ev biryar tê guhertin û wiha pê de çû: “Hîna şertên xizaniyê ji holê ranebûne. Gelo di 17 salan de çi guherî? Berovajî vê di mijara mafê jinan de tu pêşketin tuneye û berovajî vê qetilkirin, tundî û xizaniya jinê zêde bû. Êrîşê mafê mey ê nefeqeyê dikin. Êrîşê mafê jinan dikin, li ser bedema me biryaran didin. Li hember mafê zarokan êrîş zêde dibin. Nav vê dorpêçê de li ser jinan zext meşandin jî hêsan dibe.”
‘Nefeqeya tê dayîn pir kêm e’
Çîsel Demîrkan balkişand ser nêrînên li ser rêjeya nefeqeyê û got: “Mêr ji bo jimarek cudî nedin jî hatina xwe zelal nîşan nadin. Ev pereyên kêm bêguman têr nakin ku jin jiyana xwe îdame b ikin. Gelek mînakên vê hene. Şert û mercên aboriyê ya welat ji xwe li holê ye. Nefeqeya ku ji bo jinan tê dayîn jî pêk kêm e. Em behsa 2 hezaran 500 TL. dikin. Jin bi 500 TL. nikarin jiyana xwe îdame bikin. Ji bo jinan polîtîkayên ku wan xurt dikin divê hebin. Dewlet divê mafê kreş, ewlehiya civakî, tenduristî û jiyanê ji jinan re biafirîne.”
‘Têkoşîn ferz e’
Çîsel Demîrkan got ew wek rêxistinên jinan li dijî tehdîda qanûnkirina bi 12’yemîn Pakêta Darazê pêk hatiye û êrişên li dijî mafê jinan wê têkoşînê bimeşînin û got: “Heta ku jin bêdeng nemînin, li mafên xwe bigerin û şûnde gavê navêjin wê tu kes nikaribe wan biçewisîne û bitirsîne. Em ê bi hev re têbikoşin. Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin. Ev wê me rizgar bike.”







