Li Wanê li salona masajê tora fuhuşê!

  • 09:10 7 Hezîran 2026
  • Hiqûq
Oznur Deger
 
WAN - Li Wanê di lêpirsîna li dijî saloneke masajê de îdayên ku jinan dikin nava fuhuşê ketin dosyayê. Di çarçoveya lêpirsînê de 7 kes hatin girtin.
 
Hat diyarkirin ku li Wanê li Salona Spa Masajê ya Karaca jinan dikin tora fuhuşê. Li ser giliyê hat kirin di sala 2025’an de Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîn da destpêkirin û hat diyarkirin ku lêkolîn û lêpirsîn saleke didome.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de di 4’ê hezîranê de operasyon li hember kargeriyê hat kirin û 8 ji li Wanê bi giştî 12 kes hatin binçavkirin.
 
7 kes hatin girtin
 
Ji kesên hatin girtin xwediyên kargeriyê H.D,  M.D û midûrê kargeriyê A.K jî nav de 7 kes bi sûcdariya ‘teşwîqî fuhuşê kirine û cih temîn kirine’ hatin girtin û yên din hatin berdan.
 
Di dosya lêpirsînê de îdiayên wekê xwediyên kargeriyêH.D, M.D û midûrê kargeriyê A.K. jinên li kargeriyê dixebitin xistine tora fuhuşê û navbeykariya ji fuhuşê kirine, cih girtin.
 
Li gorî agahiyên hatin girtin,tevî ku kargerî hatiye morkirin jî xwediyên wê mor şikandine û xebatên xwe domandine.
 
Her wiha hat ragihandin ku kesên çûne kargeriyê pereyê masajê razandine hesabê kargeriyê û pere transferê hesabên bankayê yên jinên ku xistine tora fuhuşê hatine kirin.
 
Îdiaya pere bexşîşinê!
 
Gumanbaran di îfadeyên xwe de îdia kirin ku pereyê şandine hesabên jinan bexşîş in.
 
Di îfadeyên di lêpirsînê de cih girtin îfadeyên ku li kargeriyê navbeynkariya fuhuşê tê kirin jî cih girtin. Jineke ku dixebitî li kargeriyê di îfadeya xwe de got H.D û M.D, midûr A.K.  di bi navê ‘mutlu son’ de zext li jinan kirine û jinên ku daxwazên wan qebûl nekirine tehdîd kirine.
 
Fuhuş hat îtîrafkirin
 
Di îfadeyên di dosyayê de cih girtin, hinek mêrên wek muşterî çûne kargeriyê, îfadekirine ku pere transferê hesabên bankayê yên şexsî yên jinan kirine.