‘Divê em xwedî li aştiyê derkevin’

  • 09:03 31 Gulan 2026
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL - Rojnamevan Tugçe Tatari diyar kir gavneavêtina dewletê ya ji bo civakîkirina pêvajoyê, heta salek piştî şewitandina çekan jî, stratejiyeke bi zanebûn e û got, "Heta ku em îhtîmala aştiyê û eslê vê mijarê tenê ji kesekî re rave bikin jî, ev destkeftiyek e; divê em xwedî li aştiyê derkevin."
 
Tevî ku ji salekê bêtir dem ji ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas bûye jî lê belê hîn gavên şênber ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin. Rojnamevan Tugçe Tatatî li ser pêvajoyê nirxandin kir û got divê her kes xwedî li aştiyê û pêvajoyê derkeve.
 
‘Dewlet nikare ji rewşa bi pirsgirêk bireve’
 
 
Tugçe Tatarî diya kir ku ji bo ku gelê Tirkiyeyê pêvajoyê qebûl û  fêm bike, divê ev mijar were rojevê nîqaşên giştî û wiha got:”Ew bi tevahî naxwazin ku ev mijar bibe mijarek civakî; ev stratejiyek bi zanebûn hatiye hilbijartin e. Hikûmet dixwaze vê yekê bi dizî bike; dibe ku ew dîsa maseyê hilweşîne û ji ber vê yekê ew bi vî rengî pêşve diçin. Dewlet hîn jî nikare ji rewşa bi pirsgirêk bireve.”
 
‘Divê em xwedî li aştiyê derkevin’
 
Rojnamevan Tugçe Tatari diyar kir gavneavêtina dewletê ya ji bo civakîkirina pêvajoyê, heta salek piştî şewitandina çekan jî, stratejiyeke bi zanebûn e û got, "Heta ku em îhtîmala aştiyê û eslê vê mijarê tenê ji kesekî re rave bikin jî, ev destkeftiyek e; divê em xwedî li aştiyê derkevin."
 
 
‘Parastina desthilatdariya xwe dikin’
 
Rojnamevan Tugçe Tatarî li ser pêvajoya zagonî jî wiha got:”Ez qet nedifikirîm ku dê ewqas zû tedbîrên yasayî werin girtin. Axir, partiya desthilatdar bernameya xwe ya hilbijartinê û daxwazên xwe yên ji bo guhertinên destûrî hene; ji bo wan ne mimkûn e ku bêyî çareserkirina vê pirsgirêkê vê bikin. Ger di meha bê de tiştek çênebe, êdî ev yek wekî taktîkek derengxistinê nayê binavkirin, lê wekî ‘rawestandin’ tê binavkirin. Di demên dawî de, gelek axaftin li ser zêdekirina kapasîteya serdanên Îmraliyê û hêsankirina têkiliya bi akademîsyen, siyasetmedar û rojnamevanan re hene. Ez difikirim ku ew ê vê yekê wekî gavek demkî bikin; ew ê qanûnan ji bo sala qanûndanînê ya bê paş bixin, deriyên Îmraliyê hinekî vekin da ku barê xwe sivik bikin û havînê derbas bikin. Ji ber ku em dizanin ku fikara muxatabê me ne aştî ye, lê misogerkirina ewlehiya xwe û parastina desthilatdariya xwe di rêwîtiya xwe ya şexsî de ye."