Ji bo 'Mafê Hêviyê' dosya pêşkêşî Meclîsa Federal a Swîsreyê hate kirin

  • 11:14 27 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Swîsreyê bi daxwaza "Mafê Hêviyê" ya ji bo Rêber Apo li Bernê çalakî lidar xistin. Dosyaya li ser mijarê hate amadekirin radestî delegasyona Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ya li Parlamenta Federal a Swîsreyê hate kirin.
 
Kurdistaniyên li Swîsreyê dimînin, ji bo bicihanîna "Mafê Hêviyê" ya ji bo Rêber Apo, li ber Meclîsa Federal a li Bernê çalakî lidar xistin.
 
Hevserokê Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a li Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr li çalakiyê axivî û bi bîr xist ku biryara "Mafê Hêviyê" ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Rêber Apo û girtiyên din ên Kurd da, di rojeva Konseya Ewropayê de ye.
 
Ozdemîr anî ziman ku Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna biryarê beriya niha demek dabû Tirkiyeyê û destnîşan kir ku divê êdî gavên şênber bêne avêtin.
 
Ozdemîr got, "Em ji vê derê bang li endamên Konseya Ewropayê û dewletên Ewropayê hemûyan dikin. Ji bo bicihanîna biryarên xwe li Tirkiyeyê bikevin nava hewldanan. Divê Tirkiye tavilê Mafê Hêviyê qebûl bike."
 
Endamê Dîwana KCDK-E'yê Mûsa Farisogûllari jî beşdarî çalakiya li Bernê bû û bal kişand ser pêvajoya hevdîtinê ya bi Rêber Apo re tê kirin.
 
Farisogûllari diyar kir ku hevdîtinên dewletê yên li Îmraliyê ne bi rêk û pêk û bi kêfî dewam dike û got, "Tecrîd dewam dike. Dewleta Tirk heta niha sozên ku dane bi cih neaniye."
 
Farisogûllari destnîşan kir ku gelê Kurd daxwaza naskirina statu û mafên xwe dike û got, "Têkoşîneke 50 salî û berdêlên giran hene. Gelê Kurd gelekî rêxistinbûyî ye."
 
Di çarçoveya çalakiyê de heyetek ji CDK-S'yê dosyayek li ser daxwazên Kurdan pêşkêşî Sekreteriya Delegasyona Swîsreyê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) ya li Parlamenta Federal a Swîsreyê kir.
 
Di dosyayê de işaret bi biryara "Abdullah Ocalan" a sala 2014'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin û hate destnîşankirin ku divê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li Tirkiyeyê bê rakirin.