Qutbûna înternetê ya li Îranê dewam dike

  • 14:02 25 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Qutkirinên înternetê yên berdewam û qedexeyên platformên dijîtal, li Îranê di aboriya dîjîtal de bûne sedema windahiyên girîng.
 
Qutbûna înternetê ya berfireh û qedexeyên xizmetên dijîtal, li Îranê li ser aboriya dijîtal zextek giran a aboriyê çêkiriye. Sazî û nûnerên beşên ku di qada aboriya dijîtal de xebat dimeşînin, ragihandin ku ji ber pirsgirêkên pergalî yên înternetê karsaziyên wan windahiyên cidî yên malî jiyane.
 
Li gorî daneyên ji hêla rêxistinên pîşeyî û çavkaniyên beşan ve hatine parvekirin, windahiya aborî ya rojane ji ber qutbûna înternetê û pirsgirêkên xwegihandinê, zirara aborî ya rojane wek di navbera 3 û 8 trilyon tumen de tê hesabkirin. Hate diyarkirin ku di du mehên dawî de bi giştî windahî gihîştiye nêzî 300 û 700 trilyon tumenan.
 
Windahiyên cidî yên debarê tê jiyîn
 
Nûnerên pîşesaziyê dibêjin ku astengiyên gihîştina înternetê ji bo hin karsaziyên dîjîtal bûye sedema kêmbûna firotana ji sedî 70’î zêdetir. Bi taybet, şirketên nû, platformên bazirganiya elektronîk, dabînkerên karûbarên onlîne û karmendên serbixwe, bi pirsgirêkên windakirina dahatê û herikîna dravê re rû bi rû ne.
 
Li gorî pisporan beşek girîng ji karsaziyên dîjîtal li Îranê bi platformên medyaya dîjîtal, pergalên ewr û karûbarên onlîne yên navneteweyî ve girêdayî ne. Pirsgirêkên xwegihandinê  di van waran de dibin sedema windakirina xerîdaran, astengiyên di pergalên drav de û zehmetiyên di pêşkêşkirina karûbaran de.
 
Kargeh bi rîska girtinê re rûbirû ne
 
Li aliyê din, nûnerên qadê hişyar dikin ku ger rewşa heyî dewam bike, dibe ku gelek karsaziyên biçûk û navîn bi rîska girtinê re rûbirû bimînin. Her wiha tê destnîşankirin ku baweriya bikarhêneran ji ber bêaramiya înternetê qels bûye.
 
Ji bilî zêdebûna windahiyên aborî, tê gotin ku dibe ku ji kar derxistin û koçberiya pisporên di qada teknolojiyê de leztir bibe. Pispor destnîşan dikin ku xebatkarên IT-ê ji ber şert û mercên xebatê yên ne diyar, tercîh dikin ku pîşeyên xwe li derveyî welêt bidomînin.
 
Zelaliya aborî kêm bûye
 
Derdorên aborî diyar dikin ku sînorkirinên înternetê ne tenê zirarê didin kargehên dîjîtal ên fermî, di heman demê de dikarin bibin sedema mezinbûna çalakiyên aborî yên nefermî û kêmbûna zelaliya aborî jî. Pispor, destnîşan dikin ku aboriya dîjîtal li gelek welatan bûye hêmanek bingehîn a mezinbûna aborî. Pispor her wiha hişyar dikin ku sînorkirinên înternetê yên berdewam li Îranê dikarin di warên teknolojî, veberhênan û nûjeniyê de zirarên demdirêj û mayînde ava bikin.