Jinek bi guman ket çem: Xebatên lêgerînê didomin

  • 20:25 21 Gulan 2026
  • Rojane
MÛŞ - Li Mûşê jina bi navê Gulsima Yildiz ku ji ser pirê derbas dibû bi guman ket çem û winda bû. Xebatên lêgerînê didomin. Di roja duyemîn a xebatan de encamek nehat girtin.
 
Li gundê Cevîzlîdere ya Mûşê jina bi navê Gulsîma Yildiz, duh saetên êvarê de bi guman ji pirê de ket çem û winda bû. Piştî agahî hatin dayîn ekîbên AFAD, cenderme, UMKE’yê sewqê cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên j Wanê hatin xebatên lêgerînê dan destpêkirin.
 
Hate hînbûnku ekîb xebatên lêgerînê didomînin.