Ji meşa Enqereyê bang:Ji bo aştiyê gava şênber

  • 20:55 16 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE - Girseya bi dirûşmeya ‘Ji bo aştiyê Gavê Bavêje’ li Kolana Yukselê hatin gel hev banga ‘Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan statu û gava qanûnî’ hat kirin.
 
Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve lig elek bajaran bi awayekî hevdem bi dirûşmeya ‘J ibo aştiyê gavê bavêje’ meş pêk hatin. Girseya li Ber Mafê Mirovan a Kolana Yukselê hat gel hev bagn li hikûmetê ki rku gava şênber bavêjin û xwestin berbi meclîsê ve bimeşin. Polîs pêşî li girseyê girt.
 
Girseyê polîs derbas kirin û berbi Kolana Sakaryayê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên ‘bijî berxwedana zindanan’, ‘jin şer naxwazin aştiyê dixwazin’, ‘Ji şer re na aştî heman niha’ berz kirin.
 
Hevserokê DEM Partî ya Enqereyê Fatîn Kanat da zanîn ku ew ji bo aştî,wekhevî û azadiyê dimeşin û got: “Em ji bo statuya hiqûqî dimeşin. Tevî kesên dibêjin ev pêvajo dimeşe, em ji bo gavê nayên avêtin dimeşin.”
 
Piştre hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û da zanîn ku ji bo aştiyê li her çar alî Tirkiyeyê meş pêk tên û got li her derê heman daxwazê diqîrin. Tuncer Bakirhan da zanîn ku yek alî gavên cidî hatine avêtin û bi banga Abdullah Ocalan re Tirkiye gavên dîrokî dijî.
 
Tuncer Bakirhan wiha  got: “Em di pêvajoyeke wisa de ne şerê 50 salên dawî dê ji holê rabe û em ê pirsgirêkên xwe bi diyalog û muzakereyê çareser bikin. Gavên pir cidî yên yekalî jî hatin avêtin. Bi banga rêzdar Ocalan re, Tirkiye rojên dîrokî û pir girîng dijî. Di vê pêvajoyê de ku sal û nîvek e berdewam dike lê hîna ji gavên yekalî derbas nekiriye, em li vir ligel gelên xwe, jin, ciwan, xwendekar, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, êdî ji îktîdarê, ji dewletê û ji rêveberiyê re dibêjin gavekê bavejî.
 
 Aştî wêrekiyê dixwaze
 
Em dibêjin ji bo girtiyên siyasî yên ku bi nehaqî û nehiqûqî di hundir de ne, gavekê bavejin. Em gavan diavêjin daku tu memûrên xwe yên ku li şûna qeyûmên bi îradeya gel hatine hilbijartin tayîn kirine vekişînî û îradeya gel vegere ser wezîfeya xwe. Em gavan diavêjin daku hûn komkujiya xwezayê bidin sekinandin. Ji bo ku dawî li qetlîamên jinan bê, em gavan diavêjin. Ji bo demokrasî hebe, em gavan diavêjin. Aştî wêrekiyê dixwaze. Erê, aştî biryardarî dixwaze. Aştî dîsîplînekê dixwaze. Di demekê de ku hevdîtin berdewam dikin, ev hişmendiya ku rê nade em du gavan bimeşin, xizmeta aştiyê nake. Aştî bi mertalên polîsan, bi qûndaxên çekan û bi copan nayê astengkirin. Tirkiye neçar e van rojên dîrokî bi demokrasî û muzakereyê bibe serkeftinê. Çendî kul û keser ketine ser her bihustek ji vê axê. Hêvî dikim ku Meclîsa li Enqereyê ku em niha lê ne, êdî dengê gelên me yên ku li çar aliyê Tirkiyeyê dimeşin, bibîze. Aştî siyaseteke rawestî qebûl nake. Me got bila şert û mercên ragihandin, jiyan û xebatê yên azad ên rêzdar Ocalan bên veraskirin. Kî li benda çi ye?
 
Ji bo Tirkiyeyek demokratîk
 
Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo jiyaneke wekhev û birûmet, ji bo ku xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya zanistî ya bêpere bibînin, ji bo ku jin bi azadî bijîn, ji bo ku xweza neyê qetilkirin, li ser vê axê soza me ji we re be: Hem di Meclisê de hem jî wekî îro li vir, li kolanan û li çar aliyê Tirkiyeyê, em ê dengê demokrasî û azadiya aştiyane berz bikin. Ne tenê li Enqereyê, ne tenê li Şirnexê, li Stenbolê jî ji ber ku we xwedî li meseleyeke wisa birûmet derket, tevî her tiştî we got aştî û ji bo aştiyê meşiyan, ez ji bo we hemûyan spasdar im.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.