Hurgiliyên li ser şehîdbûna pêşmergya jin

  • 16:29 16 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Belavbûna buyera şehadeta pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan Xezal Mewlan, di pey xwe de nerazîbûnên welatiyan aniye. Komeleya Zehmetkêşan ragihand ku tevî ji bo dermankirina Xezal Mewlan serdana çend nexweşxaneyan kir, lê bi hincetên cuda redkirin, ji ber wê jiyana xwe ji dest da.
 
Roja 14’ê Nîsanê rejîma Îranê êrişî ser kampa Surdaş ya li sînorê Silêmaniyê kir û di encamê de sê kes birîndar bûn Yek ji birîndaran pêşmergeya bi navê Xezal Mewlan (20) bû ku bi giranî birîndar bibû. Li gorî Komeleya Zehmetkêşan ragihandî pêşmergeya jin ji ber ku nexweşxaneya taybet wernegirtiye, lewma şehîd bûye.
 
Piştî şehadeta Xezal Mewlan, Endamê Mekteba Siyasî ya Komeleya Zehmetkêşan Emced Huseyn Penahî, li ser buyera şehadeta Xezal Mewlan agahiyan belav kir.
 
Daxuyaniya Emced Huseyn Penahî wiha ye:
 
“Piştî êrişa bi droneyan ya Komara Îslamî li ser kampa Surdaş, Xezal bi giranî birîndar bû. Ji bo wê bi lezgînî veguhestin nexweşxaneya Şoreş ku dermankirina lezgîn were pêkanîn. Lê dema pêwîstî bi xizmetgûzariyên giring ên wek MRI, test û lênêrîna awarte (ICU) bû, nexweşxaneyê van xizmetgûzariyan nekarî dabîn bike. Destpêkê soz da, lê piştre bi hinceta nebûna cih û kêmbûna amêran, daxwazên me red kir û wernegirt.
 
Pitre pêşniyara veguhestina ji bo nexweşxaneyek taybet kir. Me peywendî li gel nexweşxaneya Asya danî, lê wan jî red kir. Piştre em çûn nexweşxaneya Bexşîn, lê ew jî dema zanî mijar bi êrişa dron û siyasî ve girêdayî, wê jî wernegirt û buyer gihişte asta devjênî û qelebalixiyê.
 
Wê demê dixtorek yê nexweşxaneya Şoreş li cem me bû û lêdana dilê birîndar nêrî û ragihand ku lêdana dilê wê gelek lewaz bûye. Tevî wê jî birîndar wernegirtin û zêdetirî nîv saetê li wir rawestan.
 
Em piştre zêdetirî 10 deqeyan li nav ambulansê de li bendê man. Me hewlda li gel nexweşxaneya mêrsî peywendî deynin, lê bersiv neda. Piştre me peywendî li gel nexweşxaneya Farûq danî ku piştî kêmek paşxistinê ji bo rêxistinkirina navxwe razî bûn.
 
Dema em gihiştin, bi lezgîn me birîndar bir odeyê, lê piştî demek kurt dixtor ragihand ku dilê birîndar rawestaye. Birîndar bi amûra nefesdayînê di jiyanê de mabû, ku ev jî nîşana rewşeke pir xeter û lezgîn bû.
 
Li gorî nirxandinan, di dema veguhestina ji nexweşxaneya Bexşîn ber bi nexweşxaneya Farûq, lêdana dilê birîndar bi şêweyek zêde ketibû. Ev jî bû sedem ku tevî hewldanên zêde yên saetekê ji bo rizgarkirinê, mixabin jiyana xwe ji dest da.”
 
Ajansa me Rojnews wek erkek rojnamevaniyê, lêkolînek meydanî ji bo eşkerekirina hurgilî û rastiya mijarê pêkanî. Destpêkê serdana nexweşxaneya Bexşîn kir, lê beşa rêveberiyê ya nexweşxaneyê red kir ku bi hinceta ku wê bibe daxuyaniyek taybet redkirin ku ti daxuyaniyên çapemeniyê bidin.
 
Her wiha di axaftinên xwe de ev yek jî neveşartin ku sedema dermannekirina birîndar ji ber destûra aliyê ewlehiyê nehatiye dayîn, lewma çareserkirinê redkirine.
 
Nexweşxaneya Asyayê jî ku yek ji wan cihên ku navê wê derbas dibe bû, red kirin ku ti peywendî bi wan re hatibe danîn an jî tu birîndar ji wan re hatibe.
 
Her wiha ajansa me Rojnews serdana nexweşxaneya Şoreş jî kir, lê bi hinceta nebûna dewamê amade nebûn biaxivin. Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê jî bersiva peywendiyên Rojnewsê neda.