Lêpirsîna ji bo Gulîstan Doku: Tuncay Sonel dê were girtin?
- 16:14 16 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Parêzerê dosyaya Gulistan Dokuyê Alî Çîmen diyar kir ku polîsê bi navê Gokhan Ertok pirsa “Tuncay Sonel dê were girtin?” dike.
Parêzerê dosyaya qetilkirina xwendekara pla 2’yan a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê Alî Çîmen, li ser hesabê xwe yê X’ê agahî parve kir. Alî Çîmen, got: “Gumanbar Gokan Ertok (di jêbirina daneyan de cih girtibû) di lêpirsînê de pirsa ‘gelo dê Tuncay Sonel were girtin an na dike. Heke hûn bixwazin bûyerê çareser bikin, wê demê karê hewceye hûn bikin diyar e... Hezkiriyên Gulistanê li her derê ne...”







